Berdewama KUSÎ-KURDê, KOSÎ hate avakirin

15-07-2023
Serif Ozberk
Serif Ozberk @siyarberazi
Nîşan KUSÎ-KURD KOSÎ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Parîs a paytexta Fransayê wek berdewama Komeleya Sînemager û Televîzyongerên Kurd (KUSÎ-KURD), Komeleya Sînemagerên Kurd a Parîsê (KOSÎ) hate avakirin û dest bi xebatên xwe kir.

Komeleya Sînemager û Televîzyongerên Kurd (KUSÎ-KURD) ê ku di 14ê Tîrmehê 2014an de ji aliyê hejmarek ciwanên Kurd ên li Enqerê hatibû avakirin, piştî 2 salan ji aliyê Hikûmeta Tirkiyê ve hatibû girtin û cezaya madî lê hatibû birîn.

KUSÎ-KURDê xebatên zimanî, çandî û hunerî dikirin û panel, konferansên medya û sînemayê birevê dibirin. KUSÎ-KURDê her wiha kursên rojnamegeriya Kurdî jî didan.

Avakarên KUSÎ-KURDê, bi heman nav û logoyê roja Înê 14ê Tîrmeha 2023an li Parîs a Fransayê bi heman mebestê Komeleya Sînemagerên Kurd a Parîsê (KOSÎ) vekirin û dixwazin projeyên xwe yên nîvco mane temam bikin.

Yek ji damezrînerên Komeleya Sînemagerên Kurd a Parîsê (KOSÎ) Sîmon Suleymanî ji Tora Medyayî Rûdawê re behsa armanca komeleyê kir û got, “Em dê bi awayekî saziman beşdarî çalakiyên sînemayê bibin, têkiliya sînemagerên Kurd û Fransî çê bikin û bi madî û manevî piştgiriya sînemager û fîlmên Kurdî bikin.”

Komeleya Sînemagerên Kurd a Parîsê (KOSÎ) bi 3 demezrîner û 7 beşdaran ve hat damezrandin. Bi navê endamên xebatê û endamên rûmetê du cure endaman digirin û bang li hemû sînemagerên Kurd ên li Parîsê dikin ku tevlî wan bibin.

Komeleya Sînemagerên Kurd a Parîsê (KOSÎ) her wiha li ser hesabê xwe yê Twitterê jî damezrandina xwe ragihand, “Me çend kesan 14 Tîrmeh 2014an li Enqerê KUSÎ-KURD vekiribû, mixabin piştî du salan bi destê dewleta Tirk hate girtin. Îro li Parîsê dîsa 14 Tîrmehê bi awayekî fermî me dewama xwe Komelaya Sînemagerên Kurd a Parîsê (KOSÎ) vekir. Me tenê mehêlin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst