Hewlêr (Rûdaw) - Îsal Xelata Vefayê li Xelatên Mezin ên Çand û Hunerê yên Serokkomariya Tirkiyeyê hat zêdekirin.
Ev xelat ji bo fîlozof, helbestvan û nivîskarê Kurd Ehmedê Xanî hat dayîn.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan dê vê xelatê li ser navê Ehmedê Xanî bide xwediyê Weşanên Avestayê Abdullah Keskîn.
Li gorî zanyariyên ku Rûdawê bi dest xistine, Xelata Vefayê ya ku di çarçoveya Xelatên Mezin ên Çand û Hunerê yên Serokkomariyê yên 2026an de ji bo Ehmedê Xanî hatiye dayîn, dê radestî damezrînerê Weşanên Avestayê Abdullah Keskîn were kirin.
Tê çaverêkirin ku xelat meha Kanûna Pêşîn di merasîmekê de ji aliyê Erdogan ve were dayîn.
Serokkomariya Tirkiyeyê 29ê Çiriya Pêşîn Xelatên Mezin ên Çand û Hunerê yên 2026an eşkere kiribûn.
Di vê çarçoveyê de Xelata Vefayê ji bo helbestvan, fîlozof û mutesewifê Kurd ê sedsala 17an Ehmedê Xanî hatibû dayîn.
Weşanên Avestayê 30 sal in weşangeriya Kurdî dike
Weşanên Avestayê sala 1996an li Stenbolê bi çapkirina 4 pirtûkên edebiyata Kurdî dest bi jiyana xwe ya weşanê kir.
Weşanxaneyê ji bilî edebiyata Kurdî, li ser dîrok, ziman û çanda Kurdan jî gelek lêkolîn û berhem gihandin xwîneran.
Avestayê heta niha zêdetirî 900 pirtûk çap kirine.
Berhemên Ehmedê Xanî
Ehmedê Xanî ku tê qebûlkirin sala 1651ê yan jî 1652yan ji dayîk bûye, di nav navên herî girîng ên edebiyata klasîk a Kurdî de cih digire.
Berhema herî navdar a Ehmedê Xanî Mem û Zîn e. Wî ev berhema xwe sala 1695an temam kiriye.
Ev mesnewiya ku wekî yek ji berhemên bingehîn ên edebiyata Kurdî tê qebûlkirin, tenê çîroka evîna Mem û Zînê nîne.
Ev berhem ramanên li ser pêkhateya civakî û siyasî ya wê serdemê jî li xwe digire.
Ehmedê Xanî di berhema xwe ya bi navê Nûbihara Biçûkan de ku sala 1683yan nivîsiye, ji bo perwerdeya zarokan ferhengeke Erebî-Kurdî ya bi helbestî amade kiriye.
Weşanên Avestayê ji bo ku berhem û jiyana Ehmedê Xanî derbasî nifşên paşerojê bibin, gelek xebat kirine.
Dayîna Xelata Vefayê ji aliyê Serokkomariyê ve ji bo Xanî yek ji mijarên herî balkêş ên Xelatên Mezin ên Çand û Hunerê yên 2026an bû.
Xelatek jî ji Amerîkayê ye
Weşanên Avestayê di rojên borî de hêjayî Xelata Azadiya Weşanê ya Navneteweyî ya Yekîtiya Weşangerên Amerîkayê (AAP) jî hat dîtin.
AAPyê ev xelat ji ber wan zextan da Avestayê ku bi salan e li ser pirtûkên wan hene.
Berhemên wan hatin qedexekirin
Weşanên Avestayê ji roja ku dest bi weşanê kiriye ve rastî zext û qedexeyan tê.
Di jiyana xwe ya weşanê ya 30 salî de gelek pirtûkên wê hatin qedexekirin.
Her wiha ji bo hinek pirtûkan jî biryara komkirinê hat dayîn.
Weşanên Avestayê jiyana xwe ya weşanê li Stenbolê dest pê kiribû û 30 salî li wî bajarî ma.
Weşanxaneyê bi biryarekê sala 2025an barî Amedê kir.



