Nivîskar Mehmed Emîn Bozarslan 90 salî ye

14-09-2024
RÛDAW
Nîşan Mehmet Emîn Bozarslan Bayram Bozyel Upsala Swêd Mem û Zîn Amed Licê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Nivîskar û rewşenbîrê Kurd Mehmed Emîn Bozarslan 90 salî ye.

Mehmed Emîn Bozarslan bi dehan pirtûk li ser edebiyat, zimanê Kurdî nivîsandine.

Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel li ser hesabê xwe yê Xê diyar kir ku wan li bajarê Upsalayê yê Swêdê rojbûna Mehmed Emîn Bozarslan pîroz kiriye.

Di berdewamiya peyama xwe de Bozyel wiha got:

“Me 90emîn rojbûna birêz M. Emin Bozarslan pîroz kir.

Em jê re temenekî dirêj dixwazin. Em ji bo keda wî ya di rêya çand û zimanê Kurdî de spasiya wî dikin.”

Mehmed Emîn Bozarslan kî ye?

Mehmed Emîn Bozarslan, sala 1935an li navçeya Licê ya Amedê ji dayîk bûye.

Piştî xwendina xwe temam kiriye, dest bi meletiyê kiriye.

Piştre li wê herema ku ji dayîk bûye, dest bi muftîtiyê kiriye.

Li ser Pirsa Kurd û Kurdistanê bi Tirkî gelek berheman nivîsandine.

Pirtûka ewil a Bozarslan a bi Kurdî, Alfabe ye.

Alfabe sala 1968an li Stenbolê hat çapkirin.

Ev pirtûk her wiha, yekemîn pirtûka alfabeyê ye ku bi tîpên latînî li Tirkiyeyê hatiye çapkirin.

Ji bilî Alfabeyê, Bozarslan, Mem û Zîna Ehmedê Xanî jî wergerandibû Tirkî û ev pirtûk jî, sala 1968an li gel Kurdiya wê ya orîjînal, li Stenbolê ji aliyê Weşanên Hasatê ve hatibû çapkirin.

Her du xebatên Bozarslan, ji hêla dozgerên Amed û Stenbolê ve, tavilê hatin berhevkirin.

Bozarslan jî hat girtin. Ew, bi îdiaya “xebata ji bo parçekirina Komara Tirkiyeyê û sazkirina dewleteke Kurdî” dihat tohmetbarkirin.

Dozgerê Amedê sala 1979an Alfabe û Mem û Zîna ku Bozarslan wergerandibû Tirkî, wekî “du dînamîtên ku Bozarslan xwestiye têxe binê siyaseta Komara Tirkiyeyê” bi nav kiribû.

Doza Alfabeyê heta sala 1974an berdewam kir.

Piştî girtin û dozan sala 1979an Bozarslan derket derveyî welêt, li Swêdê bi cih bû û xebatên xwe li wir domandin.

Di nava xebatên DDKOyê û Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Tirkiyeyê (PDK- T) de cih girt.

Li ser rastnivîsîn û ferhengnivîsîna Kurdî bi bi dehan berhem nivîsandine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst