Çalakiyên sala Melayê Cizîrî li Rojavayê Kurdistanê dest pê kirin

14-01-2023
Hisên Omer
Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê sala 2023 weke sala Melayê Cizîrî bi nav kir
Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê sala 2023 weke sala Melayê Cizîrî bi nav kir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê sala 2023ê wekû sala Melayê Cizîrî bi nav kiriye. Li Rojavayê Kurdistanê çalakiyên vê destpêşxeriyê destpê kirin.

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê ragihand ku di sala 2023ê de, ew dê hewl bide ku piraniya xebat û çalakiyên xwe der barê helbestvanî, jînenîgarî, rol û bandor, felsefe û raman, dîwan û şiroveyên dîwanê, bawermendî û sofîtiya Melayê Cizîrî li dar xîne.

Di vê derbarê de, Helbestvan Ehmed Huseynî destpêşxerê vê çalakiyê ji Rûdawê re axivî.

Helbestvan Ehmed Huseynî got: “Em dê sala 2023yan bikin sala Melayê Cizîrî. Bila her Kurdek ji aliyê xwe di hemû aliyan de li Melayê Cizîrî xwedî derbikeve. Divê Melayê Cizîrî were şîrovekirin û panel derbarî wî de bên lidarxistin û wî nêzî me bikin.”

Zimanzan û nivîskar Diham Ebdulfetah jî got: “Em kêfxweş in ku ev kar hatiye destpêkirin. Hêvî dikim çalakî berdewam bin. Em bi rêya mela, feqe û pirtûkan Melayê Cizîrî nas dikin, lê weke lêkolînên nûjên û zanistî em ne gihîştine wê astê wî nas bikin.”

Nivîskar û rewşenbîrên ku beşdarî yekemîn roja çalakiyê bûbûn ji Rûdawê re behsa girîngiya vê destpêşxeriyê kirin.

Nivîskar Faris Osman jî got: “Mixabin heta niha Melaya Cizîrî baş nehatiye naskirin. Ew helbestvanê herî mezin ê wêjaya Kurdî bû. Divê em li Cizîrî xwedî derbikevin û wî di nav Kurdan de bidin nasîn.”

Di daxuyaniyekê de, HRRKê dibêje, Dîsa em bi vê daxuyaniyê dengê xwe digihînin Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Rêvebiriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyayê ku, di sala 2023ê de hewldanên xwe yên berdewam û dilsojane  bikin da ku konferanseke navnetewî bi navê Melayê Cizîrî li darxînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst