Hewlêr (Rûdaw) - 18emîn Fuara Pirtûkan a Navneteweyî ya Hewlêrê amadehiyan dike ku 21ê Çiriya Pêşîn bi dirûşma "Ez Kurdistanî me" deriyên xwe veke.
Berpirsê fuarê Îhab Qeysî, got ku ji 18 welatan zêdetirî 400 weşanxaneyan dê beşdar bibin û zêdetirî milyonek pirtûkan dê ji bo xwendevanan peyda bibin.
Tevî fikarên li ser zêdebûna lêçûnên çapkirinê û nirxê beşdarbûnê, weşanxane amadehiyan dikin ku di fuarê de bi pirtûkên nû û erzaniyên ji sedî 50yî zêdetir, xwendevanan pêşwazî bikin.
Ji 18 welatan zêdetirî 400 weşanxaneyan
Berpirsê Fuarê Îhab Qeysî ji Rûdawê re got ku fuara18emîn dê bi dirûşma "Ez Kurdistanî me" were lidarxistin.
Qeysî diyar kir ku ji 18 welatan dê zêdetirî 400 weşanxaneyan beşdarî fuarê bibin û zêdetirî milyonek pirtûkên cuda di warên wêje, felsefe û zanistê de dê werin nîşandan.
Di fuarê de dê pirtûkên bi zaravayên cur bi cur ên Kurdî, her wiha bi Erebî, Îngilîzî, Fransî, Almanî, Farisî, Tirkî û çend zimanên din jî werin pêşkêşkirin.
Qeysî diyar kir ku hilbijartina dirûşma "Ez Kurdistanî me" ji perspektîveke çandî tê ku rêzê li nasnameya Kurd wekî nasnameyeke şaristanî digire.
Wî got ku ev dirûşm dîrok, ziman, bîr, wêje, cil û berg, muzîk û huner her wiha jiyana hevbeş, pirrengî û toleransa ji bo çandên cuda destnîşan dike.
Îhab Qeysî got ku armanca dirûşmê ew e ku hesta aîdbûnê wekî nirxekî çandî û mirovî pêşkêş bike, di heman demê de ji bo diyalog û ragihandinê di navbera çandên cuda de pirekê biafirîne.
Zêdetirî 90 çalakiyên çandî
Fuar dê di navbera 21 û 31ê Çiriya Pêşîn de li Parka Samî Ebdulrehmanê ya Hewlêrê were lidarxistin.
Di çarçoveya fuarê de dê zêdetirî 90 çalakiyên çandî û hunerî hebin.
Bernameya fuarê dê panelên wêjeyî û felsefî, hevpeyvînên bi nivîskar û rewşenbîran re û çalakiyên muzîkê yên bi zimanên cuda bihewîne.
Ev fuar ji aliyê Dezgeha Çand û Hunerê ya Meda Media ve bi hevahengiya Wezareta Çand û Ciwanan a Herêma Kurdistanê, Yekîtiya Nivîskaran, nivîskar û wêjevanên Îraqî, weşanxane û pirtûkfiroşên Îraqî ve tê sazkirin.
Ev fuar wekî yek ji çalakiyên çandî yên girîng ên Herêma Kurdistan û Îraqê tê pênasekirin û armanc dike ku weşanxane, nivîskar, rewşenbîr û xwendevanan bîne cem hev.
Weşanxane: Lêçûnên çapkirinê zêde bûne
Birêvebirê Navenda Çandê ya Hewlêrê Xemgîn Bolî got ku ew îsal bi proje û weşanên nû beşdarî fuarê bûne.
Bolî diyar kir ku lêçûnên çapkirinê yên zêde hem ji bo weşanxane û hem jî ji bo xwendevanan dijwar in û destnîşan kir ku lêçûnên çapkirina pirtûkan roj bi roj zêde dibin.
Bolî destnîşan kir ku fuara 18emîn di heyameke bêîstîqrarî û zehmetiyên aborî yên li herêmê de tê lidarxistin û got ku lêçûnên beşdarbûnê ji bo weşanxaneyan jî zêde ne.
Zêdetirî 20 pirtûkên nû ji Weşanxaneya FAMê
Birêvebirê Weşanxaneya FAMê Senger Zirarî jî diyar kir ku wan amadekariyên xwe ji bo fuarê temam kirine û îsal dê bi zêdetirî 20 pirtûkên nû beşdar bibin.
Zirarî diyar kir ku ji ber pêşketinên li herêmê û dorpêçên li ser Îranê lêçûnên çapkirinê zêde bûne û got ku bihayên kaxiz û hibrê jî zêde bûne.
Zirarî diyar kir ku çapkirina pirtûkan ji hêla Weşanxaneya FAMÊ ve li gorî mijar û daxwaza xwendevanan di navbera 500 û 2000 kopiyan de diguhere û got ku ew îsal bi taybetî li ser weşanên di warên psîkolojî û tenduristiya derûnî de disekinin.
Berhevoka weşanxaneyê nivîsên edebî, rexne, lêkolînên wêjeyî, bîranîn, biyografî û berhemên di warê zimannasiyê de dihewîne.
Rehend bi 540 pirtûkan beşdar dibe
Birêvebirê Navenda Çandî ya Rehendê Aram Sidiq got ku ew dê îsal bi 540 pirtûkan beşdarî fuarê bibin ku 42 ji wan weşanên nû ne.
Sidiq diyar kir ku çapkirina pirtûkan li gorî hejmarên firotanê diguhere û destnîşan kir ku hinek pirtûk bi 500 kopiyan hinên din jî bi 1000 kopiyan an jî zêdetir tên çapkirin.
Wî got ku hin ji pirtûkên Bextiyar Elî zêdetirî hezar kopiyan hatine çapkirin lê hin ji berhemên wî yên herî navdar tenê di 100-150 kopiyan de hatine çapkirin.
Aram Sidiq ragihand ku îsal pirtûkên nû li ser lêkolînên wêjeyî, pirsgirêkên jinan û gelek warên din çap kirine û ev berhem dê bi bihayên erzankirî ji xwendevanan re werin pêşkêşkirin.
Pirtûk bi erzaniyên ji sedî 50î zêdetir tên firotin
Gelek weşanxaneyên ku beşdarî fuarê dibin dê ji bo pirtûk û weşanên xwe erzaniyên ji sedî 50î zêdetir pêşkêş bikin.
Fuara Pirtûkan a Navneteweyî ya Hewlêrê dê di navbera 21-31ê Çiriya Pêşîn a 2026an de, her roj ji saet 10:00an heta 20:00î li Parka Samî Ebdulrehmanê ji bo mêvanan vekirî be.

.jpg&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)
