Mehmet Uzun li Hewlerê tê bibîranîn

13-10-2023
Mihemed Emin Demir
Nîşan Mehmet Uzun Hewlêr Panel
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, dê li ser nivîskar û romannivîsê Kurd Mehmet Uzun panelek bê lidarxistin.

Li Hewlêrê di çarçoveya “Festîvala Mem û Zînê” de bi beşdariya nivîskarên ji parçeyên Kurdistanê li ser nivîskar û romannivîsê navdar Mehmet Uzun panelek tê sazkirin.

Panel dê li Hola Midyayê ya Hewlêrê sibe demjimêr 16:00an dest pê bike.

Ji Bakurê Kurdistanê Berpirsê Weşanxaneya Avestayê Abdullah Keskin, ji Rojavayê Kurdistanê nivîskar Jan Dost, ji Rojhilatê Kurdistanê nivîskar Ebdulxaliq Yaqûbî û ji Başûrê Kurdistanê nivîskar Cebbar Cemal Xerîb dê li ser Mehmet Uzun û berhemên wî biaxivin.

Mehmet Uzun

Nivîskar û romannivîsê navdar ê Kurd 1ê Kanûna Paşîna 1953yan li navçeya Siwêregê ya Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ji dayik bû û roja 11ê Çiriya Pêsîna 2007an li bajarê Amedê bi nexweşiya pençeşêrê canê xwe ji dest da.

Sala 1972an ji ber sedemên siyasî hat girtin û li Girtîgeha Amedê ji Mûsa Anter û pismamê xwe Ferît Uzun fêrî xwendin û nivîsandina Kurdî bû.

Piştî ku 15ê Îlona 1976an hat berdan sala 1977an çû Swêdê û li wir bi cih bû. Sala 1981ê ji welatîbûna Tirkiyeyê hat derxistin.

Endamê PENê û Yekîtiya Nivîskarên Swêdê ye û sala 2001ê xelata Torgny Segerstedt wergirt.

Herwiha dawiya sala 2005an ji aliyê Wezareta Rewşenbîriyê ya Herêma Kurdistanê ve li Hewlêrê hat xelatkirin.

Sala 1984an yekem romana xwe ya bi navê “Tu” weşand û piraniya wan roman nêzîkî 20 pirtûk nivîsandine.

Berhemên wî:

1 - Tu, Dengê Komal (roman, 1984)

2 - Mirina kalekî rind, Orfeus (roman, 1987)

3 - Siya Evînê, Orfeus, (roman, 1989)

4 - Rojek ji rojên Evdalê Zeynikê, Orfeus (roman, 1991)

5 - Destpêka edebiyata kurdî (pirtûk), Beybûne, Enqere (lêkolîn, 1992)

6 - Hêz û bedewiya pênûsê, Weşanên Nûdem, (pexşan, 1993)

7 - Antolojiya edebiyata Kurdî, Stenbol (antolojî, 1995)

8 - Bîra qederê, Sara, Stockholm / Avesta, Stenbol (roman, 1995)

9 - Världen i Sverige (tevî Madeleine Grive), En bok för alla, Stockholm (antolojiya helbestan, 1995)

10- Nar çiçekleri (Kulîlkên Hinarê), (pexşan, bi Tirkî, 1996)

11 - Ziman û roman, Weşanên Nûjen (hevpeyvîn, 1996)

12 - Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê, Weşanên Avesta (roman, 1998)

13 - Dengbêjlerim (Dengbêjên Min), Pexşan, Tirkî, 1998

14 - Hawara Dîcleyê 1, Avesta, Stenbol (roman, 2001)

15 - I skuggan av en forlorad kärlek (werg. Ingmar Bjorkstén), Ordfront forlag, Stokholm (antolojî, 2001) [ISBN 91-7324-716-2]

16 - Zincirlenmiş zamanlar zincirlenmiş sozcukler (Demên zincirkirî peyvên zincirkirî), (pexşan, bi Tirkî, 2002)

17 - Dengbêjlerim (Dengbêjên min), Pexşan, Tirkî, 1998

18 - Hawara Dîcleyê 2, Avesta, Stenbol (roman, 2003)

19 - Ruhun gokkuşağı (qozaqara tînê) (bi Tirkî)

Gelek pirtûkên wî di serî de Tirkî bo zimanên din jî hatine wergerandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst