Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Navenda Şûnwarê Cîhanî ya Textê Silêman a li navçeya Tîkabê ya parêzgeha Urmiyeyê ragihand ku di 3 mehan de 32 hezar û 643 geştyarên navxwe û biyanî çûne serdana wir.
Birêvebirê Navenda Şûnwarê Cîhanî ya Textê Silêman Efrasyab Garavend ev amar belav kirin.
Efrasyab Garavend diyar kir ku par zêdetirî 65 hezar geştyarî çûne serdana Textê Silêman ku tenê 250 ji wan geştyarên biyanî bûn.
Garavand da zanîn ku Textê Silêman gelek berhemên dîrokî li xwe digire ku di nav wan de Perestgeha Agir a Azergoşnasp, Perestgeha Anahîtayê, salona bi stûn, eywana Xesrew, dîwar û bircên parastinê û paşmayên mîmariya serdema Îlxaniyan hene.
Her wiha derdora şûnwar jî wekî Zîndana Silêman, Çiyayê Belqis, Kevirê Ejdehayê û Çiyayê Tewîleyê balê dikişînin.
Şûnwarên li Urmiyeyê
Li parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê, zêdetirî hezar û 796 şûnwarên dîrokî di lîsteya niştimanî ya şûnwarên Îranê de hatine tomarkirin.
Her wiha dosyeyên 100 şûnwarên din jî ji bo nirxandinê hatine amadekirin.
Li Urmiyeyê 22 muzexane hene ku 2 ji wan ji aliyê sektora taybet ve hatine vekirin.
Tê plankirin ku li parêzgehê 9 muzexaneyên nû werin avakirin.



