Li Stenbolê jineke hosteya kemanê: Nurgul Çomak

11-07-2021
Hêja Bagdu
Nurgul Çomak ev demeke dirêj e bi çêkirina kemanê re mijûl e
Nurgul Çomak ev demeke dirêj e bi çêkirina kemanê re mijûl e
Nîşan Nurgul Çomak Keman Keman yapımı
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Nurgul Çomak li bajarê Stenbolê dijî û ev demeke dirêj e ku bi çêkirina kemanê re mijûl e. Çomak herwiha bi rêya kemanê carina konsertên piçûk jî saz dike.

Amûra kemanê endamekî famîla vîolînê ye. Di vê amûrê de hin têl têne bikaranîn ku berê ew ji mûyê hespan dihatin çêkirin. 4 têlên wê hene û dengên akorda wê ku derdixîne bi dorê sol, re, la û mî ye. Bi giştî dirêjahiya kemanekê biqasî 36 cm ye. Amûreke solo ye ew û jê gelek dengên rengîn û cûr bi cûr derdikevin. Eslê kemana ku di roja me de tê bikaranîn diçe heta sedsala 14emîn ku serê pêşî li Bakûrê Îtalyayê derketiye holê. Dûv re ev amûr derbasî Ewropa û tevahiya dinyayê dibe. Nûrgul Çomak jî li bajarê Stenbolê dijî û ev demeke dûrûdirêj e ku bi çêkirina kemanê re têkildar e. Ne ku bitenê çêdike, her wiha ew bi rêya vê amûra bêhempa carina konsertên piçûk jî dide.

Hosteya kemanan Nurgul Çomak wiha behsa xwe û karê xwe dike: “Ez di rêwîtiya xwe ya muzîkê de dimeşiyam û dema min xwe ji bo azmûna Zanîngeha Teknîkî ya Stenbolê amade dikir li navenda hunerê ya Mujdat Gezen ez rastî beşa çêkirina kemanê hatim. Ji ber ku min ji kemanê pir hez dikir wê bala min kişand û ez pê ve çûm. Rêwîtiya min wisa destpêkir. Dema ez lê dinêrim dibînim ku bi rêya birayê min wê bala min kişandiye ji ber ku wî her tim amuran dihanî mala me. Lê ew amûr yên bi wek dahol û pîyano bûn. Yên bi yay qet nedihanî. Ji ber ku ew amûr ne yeke hêsan bû, divabû mirov perwerda wê bistîne. Ew enstrumaneke bê perde ye, lewma mirov nizane kudera rastî ‘la’ tê û kuder ‘si’ ye. Li aliyê din jî hun bi destê din darê wê digrin. Lewma li gor dîtina min keman amûreke hînbûna wê ne hêsan e.”

Amûra kemanê ji van parçeyan pêk tê: Sîng, devdanka paş, kêlekên çep û rastê û aliyê erçenê. Tevî ku amûreke sivik û piçûke jî keman ji dehan parçeyan pêk tê. Di çêkirina wê de gelek cûreyên daran tê bikaranîn lê bigiştî dara çamê tê hilbijartin. Li ser devdanka jorîn  quleke mîna tîpa ‘f’ tê qewartin ji bo ku deng bikaribe bi rihetî derbikeve. Îro ew di pîşegehan de jî têne çêkirin lê ew ti caran nabin wek yên ku ji destên hostê wê derdikevin.

Nurgul Çomak herwiha dibêje: “Min zanîngeh qedandiye lê bawerim ez werim 60 saliya xwe jî dê hêj li pey fêrbûna vê amûrê bim. Ji ber ku hez dikim ku xwe hînî tiştên nû bikim. Ev karê me ji derve mîna karekî qewartin û jêkirinê xuya dike lê aliyê wê yê matematîk û fîzîk û kîmyayê gelekî zêde ye. Ez bi xwe çûme Ewropayê ba hostên ku vê amûrê çêdikin, ez ji wan fêrî gelek tiştan bûme hem li Îtalya û hem jî Ii Îngilistanê. Ev tecrubeyeke giranbuha daye min. Ji xwe ez tim dibêjim ku divê di karê me de têkiliya hoste û şagirt her tim hebe.”

Bi dengê xwe yê bêhempa keman bi sedan sala bandora xwe daye ser kesan û ew sermest kiriye. Gelek caran dengê wê hatiye guhê mirovan û kes pê hestiyar bûne. Ew amûreke ku li her derê dinê tê nasîn û her orkestrayek cih dane vê amûra bêhempa. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst