Weşanên DOZê çapa nû ya romana Jan Dost 'Kobanî' belav kir

10-06-2024
RÛDAW
Nîşan Jan Dost Kobanî Weşanên Dozê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Weşanên DOZê romana Jan Dost a bi navê “Kobanî” bi çapa xwe ya nû belav kir.

Xwediyê Weşanên Dozê Koroglu Karaaslan bûbû mêvanê Podcasta “Bidema Amedê” ya ku ji aliyê Nûnerê Rûdawê yê Amedê Maşallah Dekak ve tê amadekirin.

 Koroglu Karaaslan gotibû Jan Dost bi hemû berhemên xwe derbasî Weşanên Dozê bûye.

Weşanên DOZê wekî yekem romana “Kobanî”yê belav kir.

Tîraja vê çapa “Kobanî”yê hezar e û li Stenbolê ji aliyê Ceylan Matbaacılıkê ve hatiye çapkirin.

Di vê çapa nû de ji aliyê nivîskarê romanê ve, bi navê Ferhenga Kobaniyê beşek li berhemê hatiye zêde kirin da ku xwendevan bi rihetî diyalogên vê berhemê bi rihetî fêm bike.

Beşek ji nav romanê:

“Tevî ku kavil hemû dişibin hev jî ez nas dikim ku êdî gihame kolana ku wê min derbasî Mihela Seyda bike. Ez ecêb namînim! Bi koranî bûya jî min ê rê bibira ser mihela xwe. Cihê ku ez lê jidayik bûme, cihê ku min cara yekem li wir dilê xwe ji keçekê re vekiriye û jê re yekemîn nameya evînê nivîsiye... Cihê ku min yekem car keçek ramûsaye, hembêz kiriye... Cihê ku min yekem hêsir lê barandiye... Cihê ku ez li wir fêrî yekemîn tîp bûme, yekemîn peyv min li wir aniye zimên, gava xwe ya yekemîn min li wir avêtiye û helbesta yekemîn jî min li wir nivîsîye... Cihê ku dê û bav û bira û ap û pismam û kalik û pîrik û cîranên min di axa wî de veşartî ne... Cihê ku min sî û pênc sal li wir di nav toz û herî û xirecir û evîn û qehr û hêvî û tirsê de bihurandiye wê çawa ji bîr bibe!”

Nivîskarê navdar ê wêjeya Kurdî Jan Dost bi hemû berhemên xwe derbasî Weşanên Dozê bûbû.

Nêrînên derbarê romanê

“Jan Dost, rojnivîsk û jînenîgariya xwe nenivîsiye, wî her du cure di romanê de bi kar anîne da ku trajediya kurdan bîne zimên û behsa wêraniya bi serê miletî hatiye, bike.

Gelek caran mêjûyê jî ji xwe re dike çarçoveyek û bi rûpoşa dîroknûsekî romanê dinivîse.”

Prof. Basillius Bawardi - Zanîngeha Bar Ilan

“Ev roman hewldaneke wêjeyî ya cidî ye di warê realîzma mêjûyî ya rexnegiriyê de.

Bi vê romanê Jan Dost xwestiye ji xewn û hizrên realist/xeyalî derkeve, û xwe bigihîne metodolojiya di romanên hemdem de tê bikaranîn.

Wî wek armanc rewşa milletê Kurd bi tevayî daye ber çavê xwe, û bi taybetî rewşa Rojavayê Kurdistanê û berî her tiştî jî şerê ku li Kobaniyê rû daye, vedibêje.”

Salih Sûzenî - Şair û rexnegirê edebî. Rojhilatê Kurdistanê

Jan Dost kî ye?

Nivîskar û helbestvanê Kurd Jan Dost sala 1965an li bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye.

Li Zanîngeha Helebê beşa biyolojiyê qedandiye û ji sala 2000 û vir ve li Almanyayê dijî.

Jan Dost ku bi her du zimanên Kurdî û Erebî dinivîse, bi helbestê dest bi karê wêjeyî kir û dîwana xwe ya yekemîn a bi navê 'Keleha Dimdim'ê sala 1991 li Almanyayê û paşê di heman salê de li Stenbolê weşand.

Heta niha zêdeyî 40 berheman nivîsandine û romanên wî bi Kurdî, her du zaravayan, Kurmancî - Soranî, Erebî, Farisî, Almanî û gelekî zimanên din hatine weşandin.

Jan Dost beşdarî gelek pêşangehên navdewletî bûye û gelek xelat wergirtine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst