Fîlma nû ya Mehmet Alî Konar dê premiera xwe li Festîvala Goteborgê bike

10-01-2024
Aydin Bayram @aydn_byram
Nîşan Dema Pelên Gozan Zer Dibin Mehmet Alî Konar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fîlma nû ya derhênerê Kurd Mehmet Alî Konar, “Dema Pelên Gozan Zer Dibin”, dê premiera xwe ya cîhanê li Festîvala Goteborgê bike.

Dema Pelên Gozan Zer Dibin fîlma sêyemîn a Mehmet Ali Konar û fîlmî bi Kurdiya Kirmanckî/Zazakî hatiye girtin.

Konar ji Rûdawê re diyar kir fîlma wî behsa çîroka bavekî ciwan dike ku di kêliyên dawî yên jiyana xwe de, hewl dide her tiştê dizane fêrî kurê xwe bike û kurê wî jî hewl dide tiştên rû didin fêm bike.

Çîroka di dawiya salên 90î û destpêka salên 2000î de derbas dibe.

Çîroka fîlmê ji bûyer û atmosfera civakî û siyasî ya ev 40 sal in li Bakurê Kurdistanê diqewimin hatiye hunandin.

Mehmet Alî Konar li ser hesabên xwe yên medyaya civakî li gel afîşa fîlmê ev zanyarî dan:

“Ez bi kêfxweşî xeberê didim ku fîlma me ya bi navê Demo ke Pelê Gozan Benî Zer dê li Festîvala Fîlmên Navneteweyî ya Goteborgê premiera xwe ya cîhanî bike.”

Alî Konar herwiha da zanîn ku ji bo “Xelata Youth Jury Dragon”ê dê bikeve pêşbaziyê.

Konar herwiha spasiya hemû lîstikvan û hevalên xwe yên ekîbê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst