Hewlêr (Rûdaw) - Îro 30ê Çiriya Pêşîn, salvegera koça dawî ya helbestvanê navdar Arjen Arî ye.
Arjen Arî, beriya 14 salan, di 56 saliya xwe de ji ber nexweşiya penceşêrê canê xwe ji dest dabû.
Arjen Arî bi pirtûkên xwe yên wekî "Ev Çiya Rûspî ne", "Gorî û Bindest", "Kulîlkên Be'îvan", "Payîza Peyvê" re deng veda û li pey xwe gelek berhemên qedirbilind hiştin.
Arjen Arî kî ye?
Arjen Arî, sala 1956an li gundê Çalê yê navçeya Nisêbînê ya parêzgeha Mêrdînê ji dayîk bûye.
Arjen Arî, xwendina xwe ya seretayî û navîn li Nisêbînê qedand û di sala 1979an de jî Beşa Tirkî ya Enstîtuya Perwerdehiyê ya Amedê temam kir.
Helbesta wî ya yekem sala 1979an, di kovara Tîrêjê de hatiye weşandin.
Helbestên wî di kovarên Berbang, Kurdistan Pres, Nûdem, Çira, Rewşen, Nûbihar, Gulistan, Kevan, Tîrêj, Peyv, Nûbûn û Karwanê de li Swêd, Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatin weşandin.
Di 30ê Çiriya Pêşîn a 2012an li Amedê ji ber nexweşiya penceşêrê canê xwe ji dest da û li Goristana Yenîkoyê ya Amedê hate veşartin.
Piştî mirina wî, ji aliyê Weşanên Sor û malbata wî ve, li ser navê wî, her sal "Pêşbirka Helbestên Arjen Arî" tê lidarxistin.
Berhemên Arjen Arî:
Ramûsan min veşartin li geliyekî (Avesta), 2000
Ev çiya rûspî ne (Avesta), 2002
Destana Kawa (Elma), 2003
Eroûtîka (Lîs), 2006
Şêrgele " (Avesta), 2008
Herwiha “Antolojiya Helbesta Bakûr” jî amade kiriye.


