Pêşangeha Pirtûkan a Hewlêrê bi dirûşma 'Cîhan bi Kurdî Diaxive' dest pê kir

09-04-2025
RÛDAW
Nîşan Pêşangeha Pirtûkan a Hewlêrê Serok Mesûd Barzanî Hewlêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pêşangeha 17emîn a Navneteweyî ya Pirtûkan a Hewlêrê bi dirûşma "Cîhan bi Kurdî diaxive" bi beşdariya Serok Mesûd Barzanî dest pê kir.

Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan a Hewlêrê, wekî her sal li Salona Pêşangeha Navneteweyî ya li Parka Samî Ebdukrehman tê lidarxistin.

Dirûşma pêşangeha îsal "Cîhan bi Kurdî diaxive" ye.

Serok Barzanî piştî vekirina pêşangehê  beşên cuda yên pêşangehê ziyaret kir û hinek pirtûk jî kirîn.

Îsal zêdetirî 350 weşanxaneyên ji 22 welatan beşdarî pêşangehê bûne.

Li pêşangehê dê çalakiyên curbicur ên çandî, xwendina helbestan, îmzekirina pirtûkên nû, çendîn çalakiyên hunerî û panelên curbicur bên lidarxistin.

Pêşangeh dê her roj ji saet 10:00ê sibehê heta saet 20:00ê êvarê ji bo serdanan vekirî be.

Pêşangeh dê 10 rojan berdewam bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst