Amed (Rûdaw) - Pêşbirka Wêneyên Mîrateyên Çandî yên Amedê hat lidarxistin.
Odeya Bazirganiyê ya Amedê ji bo danasîna cih û war û liv û tevgera çandî ya Amedê, pêşbirka wêneyan li dar xist. Pêşbirk ji her kesî re vekirî bû.
Serkeftiyên Pêşbirka Wêneyên Mîrateyên Çandî yên Amedê bi beşdariya kesayetên navdar hatin xelatkirin.
Serokê Odeya Bazirganiyê ya Amedê Mehmet Kaya li ser pêşbirkê got:
“Ji bo danasîna hebûn û dewlemendiyên çandî yên nedîtbar û dîtbar bigihêjin roja îro xebatên me didomin.”
Pêşbazî ji aliyê Odeya Bazirganiyê ya Amedê ve hatibû lidarxistin.
Armanca rêkxistina pêşbirkê jî bi wêneyan danasîna berhem û liv û tevgera çandî ya ku Amedê bû.
“Em bigihînin paşerojê”
Koordînatora Navenda Gastroînovasyonê ya Odeya Bazirganiyê ya Amedê Meryem Ozdemîr Okê jî anî ziman:
“Ji bo pêşkirka wêneyan bi zêdetirî 350 wêneyan serlêdan hatin kirin.
Me hemû bilez nirxandin û me xwest em bigihînin Fuara Pirtûkan a Amedê û li wir bidin nîşandan.
Me îro jî bernameya xelatdayînê li dar xist. Armanca pêşbirka wêneyan jî ev bû.
Hem jiyanê hem jî mîrateyên çandî em bi hev re tomar bikin, bikin belge û bigihînin paşerojê.”
Wênegirê navdar ê Amedî Mehmet Masum Suer bi wêneyê “Avjeniya Zarokan” a li Ava Enzelê ku ew cih li navçeya Sûrê ya Amedê remzeke bajêr e bû yekem û bi 20 hezar lîreyên Tirkî hat xelatkirin.
Wênegir Mehmet Masum Suer hestên xwe anîn ziman:
“Ji aliyê çandî ve cihekî girîng e Enzel. Ez bi 5 wêneyan ketim pêşbirkê.
Di warê navneteweyî de gelek xelatên min hene lê cihê vê xelatê pir girîng e.
Ji ber ku cara yekem e ez li bajarê xwe, ji saziyekê bi wêneyên xwe xelatê distînim.”
Di pêşbirka wêneyan de ji bilî yekemîn, duyemîn û seyêmînan 5 wênegiran jî Xelata Mansiyonê stand.
29 wêneyên din jî bi xelata nîşandana wan wêneyan hatin xelatkirin.
Li gorî ragihandina Odeya Bazirganiyê ya Amedê dê di salên pêş de vê pêşbirkê mezintir û bihêztir bikin û bi wî awayî dê dewlemendîyên çandî yên Amedê bêhtir di qada navneteweyî de bidin naskirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse