STENBOL - Rastak dê Şeva Yeldayê konserekê li dar bixe: ‘Dê di bîra xelkê de bimîne’

06-12-2023
Serif Ozberk
Serif Ozberk @siyarberazi
Nîşan Rastak Çinare Melîkzade
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Koma muzîkê ya Rastakê bi beşdariya hunermenda Azerî Çinare Melîkzadeyê dê Şeva Yeldayê li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê konserekê li dar bixe.

Koma muzîkê ya Rastakê, komeke ji hunermendên jin û mêr ên Îranê pêk tê ku solîstên wê ji Rojhilatê Kurdistanê ne.

Menajerê koma muzîkê ya Rastakê Behzad Pûrnaxî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re li ser konsera Rastakê ya Stenbolê axivî.

Behzad Pûrnaxî destnîşan kir ku konser dê 21ê Kanûna Pêşînê demjimêr 20:00ê li Salona MKM Attîla Îlhanê were sazkirin.

Behzad Pûrnaxî herwiha diyar kir ku dê konsera Stenbolê bi beşdariya hunermenda Azerî Çinare Melîkzadeyê bi rê ve biçe.

“Konser dê bi muzîk û dîlanê dagirtî be”

Menajerê koma muzîkê ya Rastakê Behzad Pûrnaxî li ser konserê got:

“Em we vedixwînin konsera pîrozkirina Şeva Yeldayê ya kevnar. Em dixwazin hûn rêwîtiyeke muzîkê ya ku dewlemendiya çandî ya vê şevê nîşan dide tam bikin.

Konsera ku dê bi muzîk û dîlanê dagirtî be, dê bibe şeveke ku di bîra xelkê de bimîne.”

Rastak stranên folklorî û resen ên hemû neteweyên ku li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê dijîn bi şêwazeke nû dijene.

Menajerê koma muzîkê ya Rastakê Behzad Pûrnaxî diyar kir ku dê Çinare Melîkzade jî di konserê de cih bigire û anî ziman:

“Çinare stranbêjeke Azerî ya ku li Îranê xwedî komeke hezkiriyan a mezin e.

Ew dê di beşa duyemîn a konserê de 5 stranên Rastakê bêje û Rastak jî dê straneke wê bi şêwaza xwe pêşkêş bike.”

Behzad Pûrnaxî da zanîn ku hezkiriyên Rastakê dikarin li ser biletix.comê biletan bi dest bixin.

Koma muzîkê ya Rastakê sala 1997an hatiye damezrandin û beşdarî gelek festîvalên cîhanî jî bûye.

Rastak yek ji komên muzîkê yên navdar e û gelek caran li Herêma Kurdistanê jî konser dane.

Şeva Çile yan jî Şeva Yeldayê yek ji cejnên herî kevn e ku Kurd û neteweyên din pîroz dikin û ev cejn dikeve şeva herî dirêj a salê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst