Berhema Suphiye Bulutê ‘Ey Ez’ ji Weşanên DOZê derket

05-08-2024
Aydin Bayram @aydn_byram
Nîşan Suphiye Bulut Ey Ez Weşanên Dozê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berhema nivîskar û helbestvana Kurd Supiye Bulutê ya bi navê “Ey Ez” ji aliyê Weşanên DOZê ve hat çapkirin.

Ev berhem ji desteyek helbestên Supiye Bulutê pêk tê.

Pirtûka “Ey Ez”  112 rûpel in û wêneyê bergê pirtûkê jî ji aliyê wênesazê Kurd Fewzî Bîlge ve hatiye xêzkirin.

Suphiye Bulut, bixwe ji navçeya Dêrîka Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ye.

Mijarên helbestên wê jî zêdetir, hezkirin û bêrîkirina welat, evîn, qiseyên xwe bi xwe re û bi jinên Kurd û Kurdistanê ve girêdayî ne.

Helbesta bergê paşî ya berhemê bi vî awayî ye:

Roja nifteya hêviyên min
Avêtin behra bê binî
Pêlên hêsirên çavên min
Ez berdam nav pêlên reş
Min ji mexlûqên behrê pirsî
Ka mifteya dilê min li ku ye?
Gotin masî daqurtand
Min go gelo ev masî li ku ye?
Gotin bi çengelê masîgirekî ve
Hatiye girtin û çûye

Hûn dikarin bi rêya lînka li jêrê xwe bigihînin berhemê:

https://www.dozyayinlari.com/detail/825-ey-ez

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst