Du nivîskarên Rojavayê Kurdistanê pirtûkek li ser Mihemed Şêxo nivîsandin

04-02-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Du nivîskarên Rojavayê Kurdistanê pirtûkek li ser Mihemed Şêxo nivîsandin
Du nivîskarên Rojavayê Kurdistanê pirtûkek li ser Mihemed Şêxo nivîsandin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Herdu nivîskarên Rojavayê Kurdistanê Mişel Osman û Ibrahîm Ebdê pirtûkek li ser hunermendê Kurd Mihemed Şêxo nivîsandine, pirtûk bi navê Humernemend Mihemed Şêxo - Huner e.

Di pirtûkê de, gotin û helbestên stranên Mihemed Şêxo hatine berhevkirin û belgekirin.

Rewşenbîr û lêkolerên Kurd, bi berhemên xwe, hunermendên xwe bibîr tînin. Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê - Şaxê Hesekê, roja Înê 03yê Sibata 2023yan, ahengek ji bo nasandina wê pirtûkê li bajarê Hesekê li dar xist Dîmenên taybet bi ahengê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re hatin şandin.

Ew aheng taybet bû bi îmzekirina pirtûkeke nû, li ser hunermendê Kurd, Mihemed Şêxo (Bavê Felek).

Pirtûk bi navnîşana “Hunermend Mihemed Şêxo – Huner”, ji aliyê herdu nivîskar û helbestvanên Kurd, Mişel Oman û Ibrahîm Ebdê ve, hatiye amadekirin, çapkirin û belavkirin.

Di pirtûkê de, gotin û helbestên stranên Mihemed Şêxo hatine berhevkirin û belgekirin. Li wê ahengê hejmarek ji hunermend, dengbêj û hezkirên hunermend Mihemed Şêxo amade bûn.

Aheng li hola Cegerxwîn a Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê hate lidarxistin û tê de hunermend Mihemed Şêx hate bibîranîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst