Rastak dê li Brîtanyayê 2 konseran li ser hev bide

03-03-2024
Serif Ozberk
Serif Ozberk @siyarberazi
Nîşan Rastak Konser Brîtanya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Koma muzîkê ya Rastakê dê li bajarên London û Manchesterê yên Brîtanyayê 2 konseran li dar bixe.

Koma muzîkê ya Rastakê, komeke ji hunermendên jin û mêr pêk tê ku solîstên wê ji Rojhilatê Kurdistanê ne.

Menajerê koma muzîkê ya Rastakê Behzad Pûrnaxî li ser konserên Rastakê yên Brîtanyayê zanyarî dan Tora Medyayî ya Rûdawê.

Behzad Pûrnaxî destnîşan kir ku konsera yekem dê li Londonê 28ê Adarê demjimêr 20:00an li Barbican Centreyê û ya duyem jî li Manchesterê 29ê Adarê demjimêr 20:30an li Stoller Hallê were sazkirin.

Menajerê koma muzîkê ya Rastakê Behzad Pûrnaxî derbarê konserên Brîtanyayê de ji Rûdawê re got:

“Ew konser dê bibin nîşandana reng û dengên cuda yên herêmên Îranê.”

Rastak stranên folklorî û resen ên hemû neteweyên ku li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê dijîn bi şêwazeke nû dijene.

Koma muzîkê ya Rastakê sala 1997an hatiye damezrandin û beşdarî gelek festîvalên cîhanî jî bûye.

Rastak yek ji komên muzîkê yên navdar e û gelek caran li Herêma Kurdistanê jî konser dane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst