Fîlma şervanên jin ên Kurd li Azerbaycanê bû sedema nerazîbûnê

01-12-2022
RÛDAW
Fîlma şervanên jin ên Kurd li Azerbaycanê bû sedema nerazîbûnê
Fîlma şervanên jin ên Kurd li Azerbaycanê bû sedema nerazîbûnê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balyozxaneya Almanyayê ya li Azerbaycanê ragihand ku ew dê fîlma “Sisters Apart” ku behsa çîroka keçeke Kurd a leşker li xwişka xwe digere dike,  pêşan bide. Ev yek li Bakuyê bû sedema nerazîbûneke mezin û hejmareke kes li ber sînemaya Bakûyê ya ku dê fîlm lê bihata nîşandan, kom bûn û fîlm protesto kirin.

Balyozxaneya Almanyayê ya li Azerbaycanê di daxuyaniyekê de ragihand ku ew dê fîlma “Sisters Apart” (Xwîşkên ji hev cuda) a mijara wê li ser  şervaneke Alman a li Herêma Kurdistanê rahênana hêzên Kurdî dike, pêşan bide.

Li ser vê yekê hejmarek kes li ber Landmark Plaza ku biryar bû li wê derê fîlm bihata nîşandan, kom bûn û çalakiyeke nerazîbûnê li dar xistin.

Xwepêşanderan bi hinceta ku leşkerên Tirk di fîlm de weke “dijminekî zalim û xwînmij” hatine nîşandan, dirûşmên “Bijî Azerbaycan, bijî Tirkiye” berz kirin.

Nîşandana fîlmê li Bakuyê hat hilweşandin

Ji aliyê din ve Balyozxaneya Almanyayê ya li Azerbaycanê di daxuyaniya li ser hesabê medyaya civakî de ragihandin ku ew dê Sisters Apart li Bakûyê nîşan nedin.

Di daxuyaniyê de tê wiha hat gotin: “Mixabin, nêrînek xelet li ser fîlmê hebûye. Fîlm behsa çîroka du xwişkan vedibêje ku berê koçberî Almanyayê bûne û bi salan e ji hev cuda bûne. Nifûsa Almanyayê nêzîkî çaryeka wê ji koçberan pêk tê û ew bi paşeroj û nasnameya xwe ve mijûl dibin. Ji ber vê yekê ev fîlm ji bo civaka Alman xwedî girîngiyeke taybet e.”

Derhêneriya fîlma Sisters Apart Daphne Charizanî ye û fîln behsa çîroka leşkereke Kurd a di artêşa Alman de ku ji bo dîtina xwişka xwe berê xwe dide Başûrê kurdistanê û Iraqê dike.

Fîlma Sisters Apart

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst