Stêrka Îman Reşayê li pêşbaziya herî navdar a strangotinê teyisî

01-02-2025
Hêmin Ebdullah
Îman Bedirxan bû mêvana Diyasporayê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Îman Bedirxan bû mêvana Diyasporayê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Îman Reşa Strangotin Pêşbazî Almanya
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Îman Bedirxan Salih di vê demê de li ser sehneya navdartirîn şova pêşbaziya strangotinê li Almanya û cîhanê jî biriqî.

Stranên wê di guhê çendîn milyon Almanî de kirin ziringînî û ew mat kirin.

Hunermenda Kurd Îman Bedirxan demên borî, li yek ji mezintirîn pêşbirkên stranbêjiyê yên Almanyayê bala milyonan bîneran kişand ser xwe.

Îman Bedirxan bû mêvana Diyasporayê û behsa xwe û karê xwe kir.

Wî ragihand ku ew xelka Hewlêrê ye û li wir ji dayîk bûye lê li Almanyayê di nav malbateke hunerhez de mezin bûye.

Behsa wê yekê kir ku yek ji vîdeoyên wê zêdetirî 13 milyon bînerên wê hebûn.

Xwendin û nivîsandina Kurdî baş dizane

Vê hunermenda ciwan anî ziman ku tevî ku li Almanyayê ji dayîk bûye lê xwendin û nivîsandina Kurdî baş dizane û di malbateke Kurdperwer û hunerdost de perwerde bûye.

Îman Reşayê li ser destpêka karê xwe yê hunerî got:

"Berê min tenê li dibistanê stran digotin lê yekem ezmûna min a stranbêjiyê di şovekê de bû ku bînerên wê milyon kes bû."

Hunermenda Kurd di dawiya axaftina xwe de tekezî li ser berdewamiya xwe di karê hunerî de kir û ragihand:

“Ez dê di hunera xwe de berdewam bim û dixwazim bi rêya hunera xwe xizmeta gelê xwe jî bikim."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst