Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku wî bi Îsraîl û Hizbulahê re hevdîtin kiriye û her du aliyan jî li hev kiriye ku "êrişî hevdû nekin".
Serokê Amerîkayê Donald Trump, piştî ku bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re bi telefonê axivî, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir.
"Leşkerên Îsraîlê hatin vegerandin"
Trump da zanîn ku wan bi Netanyahu re hevdîtineke "gelekî baş" kiriye.
Trump eşkere kir ku dê Îsraîl leşkeran neşîne Beyrûtê û eger leşker derketibin rê jî ew hatine vegerandin.
Trump diyar kir ku wî bi awayekî nerasterast bi Hizbulahê re jî hevdîtin kiriye û wiha domand:
"Wan jî qebûl kir ku hemû şer û pevçûn werin rawestandin. Îsraîl dê êrişî wan neke, ew dê jî êrişî Îsraîlê nekin."
Trump berî niha ji kanala CNBCyê re axivîbû û gotibû ku "xema wî nîne" ka dan û standinên bi Îranê re bi dawî dibin an na.
Wî destnîşan kiribû ku ew dê ji Netanyahu bipirse ka "li Libnanê çi diqewime".
Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê ya nîvfermî ya Îranê ragihandibû ku Tehranê dan û standinên bi Amerîkayê re rawestandine.
Her wiha hatibû eşkerekirin, ji bo ku dan û standin ji nû ve dest pê bikin, Îranê şert daniye ku Îsraîl êrişên xwe yên li ser Libnanê rawestîne û ji herêmên dagirkirî vekişe.
Gefa girtina Tengava Hurmizê
Hatibû ragihandin ku Îranê girtina Tengava Hurmizê bi temamî û çalakkirina eniyên din ên wekî Tengava Babulmendebê jî xistiye rojeva xwe.
