Hewlêr (Rûdaw) - Donald Trump di wê baweriyê de ye ku piştgiriya wî ya Benjamin Netanyahu bûye sedema bihêzbûna pêgeha wî ya di hilbijartinên Parlamentoya Îsraîlê (Knesset) de.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê tora civakî Truth Socialê nivîsî:
"Dema ku Serok Trump piştgirî da Bîbî Netanyahu, rewş bi temamî guherî.
Niha li şûna şikestineke teqez a ji bo serokwezîrekî mezin, wekî veger û qezenceke mezin a ber bi wekheviyê yan jî serkeftineke ji bo Netanyahu xuya dike.
Ev hemû piştî piştgiriya Serok Trump rû dan ku ew tenê tiştê herî baş ji bo Rojhilata Navîn, Îsraîl û Amerîkayê dixwaze!"
Hemû peyama Trump wekî vegotina kesekî din di nav nîşanên vegotinê de hatiye nivîsandin.
Ne diyar e ka Trump gotinên şîrovekarekî ji kanaleke nûçeyan veguhastiye yan jî bi awayê kesê sêyem behsa xwe dike.
"Alîkariyeke mezin da wî"
Li aliyê din, Trump piştî beşdariya di civînekê girseyî de li eyaleta Teksasê, bersiva pirsên rojnamegeran ên li ser hilbijartinên Îsraîlê da.
Trump li ser encamên destpêkê got:
"Li gorî encamên destpêkê yên piştî dengdanê, min bihîstiye ku Netanyahu encameke gelekî baş bi dest xistiye.
Ez bawer dikim dema min piştgiriya xwe eşkere kir, vê yekê alîkariyeke gelekî mezin da wî."
Dema ji Trump hat pirsîn ka ji dema eşkerekirina encaman ve bi Netanyahu re axiviye yan na, wî da zanîn ku ew bi hev re neaxivîne.



