کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
CÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Çekdarên Sûriyeyê Wêne: AFP

Çekdarên Sûriyeyê Wêne: AFP

Cîhan

Amerîka, Brîtanya, Almanya û Fransa: Bila Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bimîne

RÛDAW

RÛDAW

27-01-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW27-01-2026

Nûçeyên Têkildar

Birêvebirê Festîvala Cannesê: Rûdaw li lûtkeyê ye û di rêza kanalên cîhanî de ye
Cîhan08-08-2026

Birêvebirê Festîvala Cannesê: Rûdaw li lûtkeyê ye û di rêza kanalên cîhanî de ye

Harlem berê li dijî nijadperestiyê, niha li dijî bihabûnê têdikoşe
Cîhan08-08-2026

Harlem berê li dijî nijadperestiyê, niha li dijî bihabûnê têdikoşe

Rûdaw di nav serkeftiyên Cannesê de ye: Serkeftineke dîrokî ya medyaya Kurdî
Cîhan08-08-2026

Rûdaw di nav serkeftiyên Cannesê de ye: Serkeftineke dîrokî ya medyaya Kurdî

Hewlêr (Rûdaw) - Amerîka, Brîtanya, Fransa û Almanyayê piştgirî didin dirêjkirina agirbesta navbera Hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kir û daxwaza "tevlîbûna aştiyane" ya Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê kir.

Îro Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot, Wezîra Karên Derve ya Brîtanyayê Yvette Cooper, Alîkarê Wezîrê Karên Derve ya Almanyayê Serap Guler û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack piştî civînekê daxuyaniyeke hevbeş li ser rewşa Sûriyeyê belav kir.

Agirbest û rewşa mirovî

Li gorî daxuyaniyê, ew her çar welat piştgiriyê didin biryara dirêjkirina agirbesta navbera hêzên Hikûmeta Sûriyeyê û HSDyê ya bo 15 rojan ku 24ê vê mehê hatibû dirêjkirin.

Di beşeke daxuyaniyê de hat ragihandin, "Em ji hemû aliyan dixwazin ku bi temamî pabendî agirbestê bin û ji aliyên derve jî dixwazin ku ji bo kêmkirina rageşiyê piştgiriya me bikin."

Welatên rojavayî derbarê rewşa mirovî de, tekezî li ser pêwîstiya vekirina rêyên mirovî dikin û dibêjin:

"Pêwîst e ew rê bên parastin û xizmetguzariyên seretayî li bajarê Kobaniyê dest pê bikin."

Çareseriya siyasî û vegera bo Şamê

Di daxuyaniyê de tekezî li ser bicîhanîn peyman 18ê mehê ya di navbera HSD û Şamê de hatiye kirin.

Ew çar welat daxwaz dikin ku bi lez dan û standin dest pê bikin bi armanca "tevlîbûna aştiyane û berdewamiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya dewleteke yekgirtî û xwedî serwerî de."

Çar welat derbarê tevlîbûna HSD û Artêşa Sûriyeyê de dibêjin, divê "bi awayekî bibandor mafê hemû welatiyan biparêze."

Metirsiya DAIŞê û rola Herêma Kurdistanê

Her wiha di civînê de behsa metirsiyên DAIŞê hat kirin.

Welatên rojavayî hişyariyê didin derbarê çêbûna her cûre valahiya ewlehiyê li derdora girtîgehên DAIŞê û wan biryar daye ku bi lez civîna Hevpeymaniya Navneteweyî ya Dijî DAIŞê saz bikin.

Di wê çarçoveyê de, pesnê rola hevbeşên xwe da di rûbirûbûna DAIŞê de û bi taybetî navê "Herêma Kurdistanê, Îraq, Hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk" anîn ku rola wan a girîng di wê proseyê de hebûye.

Pirsên