Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio da zanîn ku Îranê kontrola xwe ya li ser Tengava Hurmizê bi temamî ji dest daye û aboriya Tehranê jî li ber hilweşînê ye.
Rubio her wiha diyar kir ku divê rê neyê dayîn Îran bibe xwediyê çekên nukleer.
Marco Rubio îro li Atînaya paytexta Yunanistanê de daxuyanî da rojnamegeran.
Rubio diyar kir ku Tengava Hurmizê vekirî ye û nêzîkî mêjera petrola beriya şer di tengavê re derbas dibe û got:
"Tengava Hurmizê vekirî ye. Niha nêzîkî wê qasê petrola ku beriya destpêkirina şer dihat şandin di tengavê re derbas dibe. Ji ber vê yekê Îraniyan kontrola xwe ya li ser tengavê bi temamî ji dest daye."
"Aboriya Îranê hildiweşe"
Rubio da zanîn ku aboriya Îranê ji ber cezayên Amerîkayê di rewşeke gelekî xerab de ye.
Wezîrê Amerîkayî angaşt kir ku desthilata Tehranê her dolara ku bi dest dixe ji bo Hizbulah û Hemasê xerc dike.
"Divê çekên nukleer ên Îranê nebin"
Rubio bal kişand ser bernameya nukleerê ya Îranê jî û diyar kir ku ew li dijî bidestxistina çekên nukleer a ji aliyê Tehranê ve ne û anî zimên:
"Divê çekên nukleer yên Îranê nebin. Mesele ew qasî hêsan e. Xelas."
Rubio destnîşan kir, divê her peymana ku Amerîka qebûl dike garantî bike ku Îran ti carî nikaribe çekên nukleer çêbike.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê her wiha got ku Îran dixwaze bibe hêzeke leşkerî ya wisa mezin ku kes nikaribe nêzîkî wê bibe û helwesta Amerîkayê ya li ser bernameya nukleer a Tehranê ducare kir.



