Dusseldorf (Rûdaw) - Di demekê de ku beşeke mezin a Ewropayê ji Almanya û Swîsreyê heta welatên Skandînavyayê ketiye ber serma û qeşayê û hişyarî tê dayîn, li sînorên avî yên başûrê Ewropayê hatina bi kom a koçberan berdewam dike.
Tenê di rojeke vê hefteyê de zêdetirî 2 hezar koçber xwe gihandiye Spanyayê û li Îtalyayê jî 51 koçber ji Lîbyayê gihîştine girava Lampedusayê ku 40 kes ji wan Kurd in.
Rewşa wan koçberên Kurdistanî û bûyerên dijwar ên rêya wan di bernameya vê hefteyê ya Diyasporayê ya Tora Medyayî ya Rûdawê de hatin rûmalkirin.
Wergêrê koçberan û rojnamegerê li Îtalyayê Şiwan Sidîq beşdarî bernameyê bû.
Wî koçberên gihîştî rasterast dîtine û wergêrî ji bo wan kiriye û ew hûrgiliyên geşta wan a ji bakurê Afrîkayê vedibêje.
Çima zivistanê berê xwe didin Lampedusayê?
Şiwan Sidîq diyar dike ku berevajî piraniya welatên din ên Ewropayê, niha li girava Lampedusayê ya li ser sînorê avî yê bakurê Afrîkayê pileya germahiyê digihîje 20 pileyan.
Ev yek ji bo koçber û qaçaxçiyan bûye derfetek ku bi keştiyan û bi awayekî neyasayî ji Lîbyayê ber bi Îtalya yan Maltayê ve derbas bibin.
Koçberên Kurd 100 rojî li Lîbyayê man û hatin rehîngirtin
Li gorî gotina wî wergêrî, rê gelekî dijwar bûye û koçberên Kurd zêdetirî 3 mehan anku 100 rojî di rewşeke gelekî xirab de li Lîbyayê mane.
Ew amaje bi wê yekê dike ku çavê qaçaxçiyan li pereyekî zêdetir e û dibêje:
“Koçberên Kurd li gorî koçberên welatên Afrîkayê zûtir digihîjin Îtalyayê, çimkî qaçaxçî vê derfetê bi kar tînin û kî pereyekî zêdetir bide wî zûtir dişînin.”
Lê bihayê wê ne tenê pereyê rêyê ye û Sidîq wiha berdewam dike:
“Beşeke mezin a koçberên Kurd ji aliyê çeteyên qaçaxçiyan ve wekî rehîn tên girtin û beriya ku wan bişînin Îtalyayê, ji wî pereyê ku berê li ser li hev kiribûn gelekî zêdetir ji wan tê standin.”
Qutbûna ji malbatan û temenê ciwan
Piraniya koma 40 kesî ya Kurdistanî xort in û temenê wan di navbera 17 û 28 salî de ye.
Hinek ji wan hîn 18 salî ne û nikarin xwe li ber ew qas guvaşan rabigirin.
Şiwan Sidîq dibêje, qaçaxçî telefon û hemû kel û pelên wan ji wan distînin û ji ber vê yekê pêwendiya beşeke mezin a wan a li gel malbat û kesûkarên wan qut bûye.
Her wiha vedibêje ku heval ji hev hatine veqetandin, wekî sê hevalên ku ji devera Raperînê yan du hevalên ku ji devera Hewlêrê bi hev re hatine lê di rê de ji hev hatine cudakirin.
Trajediya şewitîna bi benzînê
Yek ji bûyerên herî diltezîn ên ku Şiwan Sidîq bi çavên xwe dîtiye, rewşa ciwanekî Kurd ê 19 salî bûye:
“Benzîn bi ser beşeke laşê wî de rijiyabû û di rê de şewitîbû. Ev ji bo min şok bû, çimkî şiyana wî ya meşê jî kêm bûbû û li vir Heyva Sor û bijîşkan ew derman kir.”
Di bûyereke din a dilêş a di nava heman pêla koçberan de, bavekî Afrîkayî tenê li gel zarokekî xwe gihîştibû Îtalyayê, çimkî çeteyan hevjîna wî jê cuda kiribû bi hinceta ku tenê pereyê 2 kesan daye ne yê 3 kesan.
Şiwan Sidîq hişyariyê dide ku ew rê tijî metirsiya windabûn, destdirêjî û miameleya tund e.
Ji ber vê yekê ew ji ciwanan dixwaze ku nekevin xefka sozên derewîn ên qaçaxçiyan.


