کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Article hero image
Cîhan

Yekîtiya Ewropayê ji Hewlêr û Bexdayê dixwaze ku pirsgirêkan bi diyalogê çareser bikin

RÛDAW

RÛDAW

28-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW28-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Koçberên Kurd piştî 100 rojên dijwar ji Lîbyayê gihîştin Îtalyayê
Cîhan28-11-2026

Koçberên Kurd piştî 100 rojên dijwar ji Lîbyayê gihîştin Îtalyayê

CENTCOM îdiayên Îranê red dike: Hêza deryayî ya Îranê nemaye
Cîhan28-11-2026

CENTCOM îdiayên Îranê red dike: Hêza deryayî ya Îranê nemaye

Ji ber ku bi Kurdî diaxivî rastî êrişê hatibû: Dadgeha Almanyayê 10 sal ceza birî
Cîhan28-11-2026

Ji ber ku bi Kurdî diaxivî rastî êrişê hatibû: Dadgeha Almanyayê 10 sal ceza birî

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkekî Yekîtiya Ewropayê ragihand ku yekîtî bi hûrgilî û girîngiyeke mezin çavdêriya pêşhat û bûyerên li Îraqê dike.

Wî berdevkî xwest ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal a Îraqê pirsgirêkên xwe bi rêya diyalogeke avaker çareser bikin.

Edîtorê Maseya Navneteweyî ya Rûdawê Usame Mihemed li ser pirsgirêkên vê dawiyê yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de pirsek ji Yekîtiya Ewropayê kir.

Berdevkekî Yekîtiya Ewropayê di bersivê de got:

"Yekîtiya Ewropayê bi girîngî çavdêriya bûyerên Îraqê dike û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Îraqê teşwîq dike ku her nakokiyekê bi rêya diyalogeke avaker çareser bikin."

Helwesta Amerîkayê

Ev peyama berdevkê Yekîtiya Ewropayê di demekê de ye ku berdevkekî Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê jî ji Birêvebirê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde re wiha gotibû:

"Amerîka piştgiriya Îraqeke xwedî serwerî, yekgirtî û federal dike. Her wiha di çarçoveya Îraqê de piştgiriya Herêmeke Kurdistanê ya aram û xweşguzeran dike."

Wî berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê her wiha got, "Em piştgiriya çareserkirina pirsgirêkên hilawîstî yên di navbera Bexda û Hewlêrê de dikin ku bi rêya diyalogê be û bi Destûra Îraqê re bigunce."

Biryarên Bexdayê û nerazîbûnên li Hewlêrê

Sêşemê (24ê Çiriya Paşîn a 2026an) Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî rêzebiryar derxistin.

Ew biryar ji bo kontrolkirina deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê û birêvebirina hinek qadên petrolê ji aliyê Wezareta Petrolê ya Îraqê ve bûn.

Vê yekê jî nerazîbûna Hewlêrê li pey xwe anî.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di daxuyaniyeke hevbeş de biryarên Zeydî şermezar kirin.

Her du partiyan ew gavên hikûmeta Îraqê wekî binpêkirina mafên destûrî û derbaskirina "xeta sor" bi nav kirin.

Wan li şûna "biryara yekalî", tekezî li ser "diyalogê" kir.

Pêncşemê (26ê Çiriya Paşîn), bi hezaran kesan li Hewlêrê li dijî biryarên Bexdayê xwenîşandan kir û ew gavên Bexdayê wekî binpêkirina mafên destûrî bi nav kirin.

Pirsên