کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Hevseroka AfDyê Alice Weidelê / Wêne: Arşîv

Hevseroka AfDyê Alice Weidelê / Wêne: Arşîv

Cîhan

AfD: Divê 900 hezar Sûriyeyî û koçberên din ji Almanyayê derkevin

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

28-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran28-11-2026

Nûçeyên Têkildar

CENTCOM îdiayên Îranê red dike: Hêza deryayî ya Îranê nemaye
Cîhan28-11-2026

CENTCOM îdiayên Îranê red dike: Hêza deryayî ya Îranê nemaye

Yekîtiya Ewropayê ji Hewlêr û Bexdayê dixwaze ku pirsgirêkan bi diyalogê çareser bikin
Cîhan28-11-2026

Yekîtiya Ewropayê ji Hewlêr û Bexdayê dixwaze ku pirsgirêkan bi diyalogê çareser bikin

Ji ber ku bi Kurdî diaxivî rastî êrişê hatibû: Dadgeha Almanyayê 10 sal ceza birî
Cîhan28-11-2026

Ji ber ku bi Kurdî diaxivî rastî êrişê hatibû: Dadgeha Almanyayê 10 sal ceza birî

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Partiya Alternatîf ji bo Almanyayê (AfD)) Alice Weidelê ragihand ku divê 900 hezar Sûriyeyî û koçberên din ji Almanyayê derkevin.

Hevseroka AfDyê Alice Weidelê di hevpeyvîneke berfireh de xwest ku bi sed hezaran koçber û penaxwaz ji Almanyayê derkevin.

Di nav wan kesan de ew 900 hezar Sûriyeyî jî hene ku li wî welatî ne.

Hevseroka AfDyê Tino Chrupalla berî niha gotibû kesên ku divê ji Almanyayê derkevin 2 milyon û 600 hezar kes in.

Weidelê li ser vê yekê got, "Bi eşkereyî, hejmar ji wê gelekî zêdetir e."

“Divê 250 hezar kes her niha derkevin”

Wê siyasetmedarê lîsteya wan kesan eşkere kir ku mebesta wê ne.

Weidelê amaje pê kir ku nêzîkî 250 hezar kes hene û divê ew her niha ji welêt derkevin û got:

“Divê tawanbarên tundiyê, Îslamî û kesên din jî ji Almanyayê derkevin.

Li ser hesabê alîkariyên me yên civakî bi rehetî rûniştine, li vir jiyaneke xweş dijîn û xwe naguncînin."

Sûriyeyî, Afganî û Ukraynî

Hevseroka AfDyê qala wan kesan jî kir ku dema sedema mana wan a li Almanyayê nema, divê mafê parastin û penaberiyê ji wan were standin.

Weidelê ragihand ku divê "hemû" ew 900 hezar Sûriyeyiyên ku li Almanyayê ne, hemû Efganî û piştî peymana aştiyê jî milyonek û 100 hezar Ukraynî vegerin welatên xwe.

Weidelê ew nêrîn jî red kir ku dibêje serkeftina Rûsyayê ya di şer de dê bibe sedema pêleke din a koçberiyê ya ber bi Rojava ve û got, "Ti pêla koçberiyê rû nade, tam beravajî wê dê bibe."

Wê siyasetmedarê baweriya xwe anî zimên ku Ukrayniyên li Almanyayê her dema ku aştî pêk hat dê vegerin welatê xwe "çimkî li wir pêwîst in."

Li ser Îslamê bersiva Marine Le Penê da

Weidelê di beşeke din a axaftina xwe de li ser ola Îslamê nêrîna namzeda serokkomariya Fransayê Marine Le Penê red kir.

Le Penê meha Çiriya Pêşîn di bernameyeke televîzyonî de gotibû ku Îslam beravajî şerîetê bi Komara Fransayê re digunce.

Weidelê li ser vê yekê got, "Îslam şerîet e û şerîet jî Îslam e."

Pirsên