کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Cîhan

Bijîşkê Kurd ê li diyasporayê dahata romana xwe dide nexweşên penceşêrê

Ala Şalî

Ala Şalî

28-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Ala Şalî, peyamnêra Tora Medyayî ya Rûdawê ye li ofîsa Ewropayê. Ji roja 13ê Gulana 2013an ve li gel Rûdawê kar dike.
Ala Şalî
Ala Şalî28-11-2026
Ala Şalî, peyamnêra Tora Medyayî ya Rûdawê ye li ofîsa Ewropayê. Ji roja 13ê Gulana 2013an ve li gel Rûdawê kar dike.

Nûçeyên Têkildar

CENTCOM îdiayên Îranê red dike: Hêza deryayî ya Îranê nemaye
Cîhan28-11-2026

CENTCOM îdiayên Îranê red dike: Hêza deryayî ya Îranê nemaye

Yekîtiya Ewropayê ji Hewlêr û Bexdayê dixwaze ku pirsgirêkan bi diyalogê çareser bikin
Cîhan28-11-2026

Yekîtiya Ewropayê ji Hewlêr û Bexdayê dixwaze ku pirsgirêkan bi diyalogê çareser bikin

Ji ber ku bi Kurdî diaxivî rastî êrişê hatibû: Dadgeha Almanyayê 10 sal ceza birî
Cîhan28-11-2026

Ji ber ku bi Kurdî diaxivî rastî êrişê hatibû: Dadgeha Almanyayê 10 sal ceza birî

London (Rûdaw) - Dr. Azad Şewket li Brîtanyayê romanek nivîsand û dahata wê dide nexweşên penceşêrê yên li Silêmaniyê

Dr. Azad Şewket 30 sal in li Brîtanyayê dijî û romanek bi navê “Hana” nivîsandiye.

Ji bo Dr. Azad Şewket nivîsandina romana "Hana"yê tenê vegotina çîrokekê nebû, vegera li wî bajarî bû ku hîn jî her şev xewnê pê ve dibîne.

Nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê di perawîza Konferansa Federasyona Bijîşk û Zanistî ya Kurdistanê ya li Brîtanyayê de bi Dr. Azad Şewket re hevpeyvînek kir.

Wî bijîşkê li diyasporayê behsa çîroka nivîsandina romana xwe, bîranînên salên 1980yî yên Silêmaniyê û wî dengî kir ku rih da pênûsa wî.

Helbesta Îsmaîl Xurmalî

Dr. Azad Şewket diyar dike ku wî navê pirtûka xwe ji helbesteke helbestvanê navdar Îsmaîl Xurmalî wergirtiye.

Roman behsa evîna Tara û Arî yê li Silêmaniya salên 1980yî dike ku du ciwanên sade ne û êvaran piştî dibistanê li bin darekê hev dibînin.

Rojekê Arî winda dibe û Tara 6 hefteyan li benda wî dimîne.

Bijîşkê romannivîs li ser paldera nivîsandina xwe dibêje ku ew her ji ciwaniya xwe ve hezkiriyê stran û helbestên Kurdî bûye û 50 sal tecrube û xwendin di wî de kom bûne.

Berî 2 salan bi dengê hevalekî xwe yê bi navê Dr. Saman dîsa guhdariya wê stranê kiriye ku dema xwe Burhan Mecîd gotiye.

Wî li ser vê yekê got, “Êdî yekser wekî ku agir pê xistibin, ez rakirim ku dest bidim pênûsa xwe û vê binivîsim."

Salên 1980yî yên Silêmaniyê: Tirs û stran bi hev re

Ji bo wî nivîskarî, serdema salên 1980yî yên Silêmaniyê tenê qonaxeke siyasî ya dijwar a di bin desthilata Sedam Husên de nebû.

Dr. Azad Şewket got, "Em di demeke gelekî metirsîdar de dijiyan, tijî girtin, kuştin û bidarvekirin bû.

Lê li gel wan hemû nexweşî û derdeseriyan jî tijî stran, evîn, şano, hevaltî û henek bû. Bajarek bû ku bi hêsanî dest bi ser de nedihate girtin."

Ew bi hesret bêriya wê serdemê dike ku evîna wê demê ya bêyî torên civakî xwedî tameke cuda bû, wekî ku helbestvan Dilşad Merîwanî gotiye:

"Heta ku nameyek dayê per û baskên xwe vekirine, heta ku nameyek dayê ew tûşî sed derdan kiriye."

“Me welatê xwe bi cih hişt lê welat em bi cih nehiştin”

Her çi qasî jiyaneke xweş a Dr. Azad Şewket li Brîtanyayê hebe jî ew li êşên xerîbiyê mikur tê.

Ew dibêje ku hîn bêriya hevaltî, jiyana sade, tax û kolanên xweşik ên Silêmaniyê û huner û muzîka wî bajarî dike û wiha didomîne:

"Ev 30 sal in li vê derê me, niha jî dema ku ez xewnê dibînim, eger pêwendiya xewna min bi hin kesên li vê derê yan karê min re hebe jî paşxaneya wê her Silêmanî ye.

Me welatê xwe bi cih hişt lê welat em bi cih nehiştin û bi cih jî nahêle."

Projeya 2 salan û bexşandina dahata wê ji bo Silêmaniyê

Nivîsandina romanê 2 salan ajotiye û rojên wisa hebûne ku ew rojane 10 heta 12 saetan li ser wê xebitiye.

Dr. Azad Şewket berhema xwe wekî tiştê herî xweş ê ku wî di jiyana xwe de kiriye û berhema xwe ya herî xweşik bi nav dike.

Wç eşkere kir ku beriya çapkirinê 100 carî di ser re çûye û got:

"Her 100 carî ez giriyame, çimkî salên 1980yî gelek trajedî tê de hebûn. Ez dixwazim xelk bixwîne û bi min re bigirî."

Heta niha hezar nusxe ji romana "Hana"yê hatine çapkirin û nêzîkî 500 nusxeyên wê hatine firotin.

Temamiya dahata wê jî ji bo alîkariya nexweşên penceşêrê yên li Silêmaniyê ji Rêxistina Kurdistanê re hatiye veqetandin.

Pirsên