کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Cîhan

Kurdên li Munîhê 35 sal in bi navê ‘Lîsteya Kurdistanê’ têdikoşin

Hêmin Ebdullah

Hêmin Ebdullah

21-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Hêmin Ebdullah
Hêmin Ebdullah21-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Refîq Yeqûb Mîrzoyêv: Di pasaportên me de neteweya me wekî Kurd hatiye nivîsandin
Cîhan21-11-2026

Refîq Yeqûb Mîrzoyêv: Di pasaportên me de neteweya me wekî Kurd hatiye nivîsandin

BERLÎN - Çîroka serkeftina malbateke Kurd: Ji bêbazariyê ber bi diyardeyeke torên civakî ve
Cîhan21-11-2026

BERLÎN - Çîroka serkeftina malbateke Kurd: Ji bêbazariyê ber bi diyardeyeke torên civakî ve

Mela Mistefa Barzanî çawa bû mêvanê Kurdên Êzidî yên li Ermenistanê?
Cîhan21-11-2026

Mela Mistefa Barzanî çawa bû mêvanê Kurdên Êzidî yên li Ermenistanê?

Dusseldorf (Rûdaw) - Ji bo piraniya pêkhateyên biyanî yên bajarê Munîhê yê Almanyayê, hilbijartina Meclîsa Koçberan tenê pêvajoyeke şêwirmendiyê ya xwecihî ye lê ji bo Kurdistaniyên wî bajarî wateyeke wê ya kûrtir heye.

Ew 35 sal in ji her 4 parçeyên Kurdistanê di bin sîwanekê de bi navê "Lîsteya Kurdistanê" kom bûne da ku tevî bêdewletbûnê, nasname û mafên xwe di nava saziyên fermî yên Almanyayê de biçespînin.

Girîngiya wê hilbijartinê û rola Kurdan a di nava wê de, di bernameya vê hefteyê ya Diasporayê ya Rûdawê de hat gotûbêjkirin.

Endamê Encumena Koçberan û berbijêrê Lîsteya Kurdistanê ya li Munîhê Azad Bîngol beşdarî bernameyê bû.

Azad Bîngolê ku nifşê sêyem ê penaberên Kurd e li Almanyayê, xwe wiha dide nasîn:

“Ez xelkê bajarokê Gimgimê yê Bakurê Kurdistanê me, ez bi xwe li bajarê Munîhê yê Almanyayê ji dayîk bûme û ji mêj ve li vir im.”

35 sal in Lîsteya Kurdistanê heye

Ew welatî diyar dike ku Lîsteya Kurdistanê 35 sal in heye û sala 1991ê li gel destpêkirina hilbijartinên Meclîsa Koçberan hatiye damezirandin.

Ev encumen wekî desteyeke şêwirmendiyê ji bo şaredariyê di warê siyaseta taybet bi biyaniyan de dixebite.

Bîngol li ser beşdariya Kurdan wiha dibêje:

“Em jî wekî Kurdistaniyên her çar parçeyên Kurdistanê ji wê salê ve beşdar dibin da ku em karibin wekî her neteweyeke din deng û mafên xwe li vir bigihînin û biparêzin.”

Li gorî gotina Azad Bîngol, bêdewletiyê wiha kiriye ku Kurd bi çavekî cudatir ji neteweyên din li van derfetên demokratîk binêrin.

Bîngol wiha pê de çû:

“Cudahiya me ya Kurdan li gel neteweyên din ew e ku mafê me ji aliyê ti dewletekê ve nayê parastin û neteweyên din di wî warî de maf û dengên wan ji yên me zêdetir in.

Ji ber vê yekê ji bo me ev hilbijartin û her hilbijartineke bi vî rengî gelekî girîngtir e.”

Bîngol her wiha tekez dike ku ew bi dirûşma “Maf nayê dayîn, tê standin” dixebitin da ku bi hişyarî û zanyariyê nav û nasnameya Kurdan di nava saziyên Almanyayê de bidin nasîn.

Şaredariya Munîhê lêkolînek li ser jiyana Kurdan kir

Ew beşdariya siyasî ya li Munîhê tenê di çarçoveya dirûşman de nemaye lê belê encamên pratîkî jî bi xwe re anîne.

Azad Bîngolê ku ji sala 2017an ve endamê meclîsê ye eşkere kir ku wî pêşniyarek pêşkêş kiriye da ku Şaredariya Munîhê bi awayekî fermî nasnameya Kurdî nas bike û got:

“Her li ser wî bingehî, cara yekem li Almanyayê di bin sîwana şaredariyekê de lêkolînek li ser jiyana Kurdên Munîhê hat kirin.”

Kî dikare roja yekşemê deng bide?

Biryar e roja yekşemê 22yê vê mehê sindoqên dengdanê li dibistan û cihên fermî yên Munîhê bên danîn.

Berbijêrê Lîsteya Kurdistanê diyar dike ku her çend nameya fermî ji bo dengderan tê şandin ku cihê dengdana wan tê de hatiye nivîsandin jî, negihîştina nameyê ti kesî ji dengdanê bêpar nake.

Bîngol wiha dibêje:

“Her kesê ku welatînameya biyanî hebe, 18 salî be û herî kêm 6 meh bin li bajarê Munîhê bijî, heta eger name negihîştibe ber destê wî jî, dikare bi nasnameya xwe biçe nêzîktirîn dibistanê yan jî bi rêya înternetê cihê xwe bizane û dengê xwe bide.”

Pirsên