Hewlêr (Rûdaw) - Li Fînlandayê zêdetirî 500 zarokên Kurd li dibistanên fermî dersa zimanê Kurdî dixwînin.
Endamekî Desteya Birêvebiriyê ya Navenda DÎAKURDê dibêje ku li wan bajarên hejmara zarokên Kurd lê zêde ye, hefteyê 2 demjimêran dersa zimanê Kurdî tê xwendin.
Her wiha li gorî amarên herî nû yên Desteya Amaran a Fînlandayê, zimanê Kurdî di rêza 12 zimanên sereke yên zikmakî yên wî welatî de ye û hejmara kesên bi Kurdî diaxivin gihîştiye 18 hezar û 460 kesî.
Endamê Desteya Birêvebiriyê ya DÎAKURDê û birêvebirê berê yê Federasyona Kurdên li Fînlandayê Welat Nehrî ji Edîtorê Maseya Navneteweyî ya Beşa Întakeyê ya Tora Medyayî ya Rûdawê Niyaz Mistefayê re axivî û got:
"Li Fînlandayê yasaya perwerdeya bi zimanê dayîkê heye.
Li wan dibistanên ku ji aliyê hejmareke diyarkirî ve perwerdeya bi zimanê dayîkê lê hatibe xwestin, hefteyê du demjimêran dersa zimanê dayîkê tê dayîn."
Welat Nehrî destnîşan kir ku perwerdeya bi zimanê Kurdî li bajarên wekî Helsînkî, Espoo, Vantaa, Turku, Tampere û Lahtiyê heye ku hejmara zarokên Kurd li wan bajaran zêde ye û pê de çû:
"Sala 2025an hejmara zarokên ku dersa Kurdî xwendiye demsala biharê 544 xwendekar û demsala zivistanê jî 535 xwendekar bû."
Welat Nehrî dilgiraniya xwe ya li ser kêmbûna xwendekarên zaravayê Kurmancî anî zimên û ji Rûdawê re got:
"Di amaran de zarava ji hev nehatine cudakirin lê li gorî agahiyên min, mixabin hejmara xwendekarên zaravayê Kurmancî gelekî kêm e û dibe ku ji 20 kesî nebihure.
Li wan bajarên ku min behsa wan kir mamosteyên zaravayê Soranî hene û dersdayîna bi wî zaravayî di asteke gelekî baş de ye."
Teşwîqkirina mamosteyên Fînlandî û kursên rêxistinên Kurdî
Ji bilî dibistanên fermî, nêzîkî 40 rêxistinên Kurdî di warên çand, huner û warên din de li Fînlandayê dixebitin û beşek ji wan kursên fêrkirina zimanê Kurdî vekirine.
Xwendekarê Zanîngeha Metropolîayê ya Helsînkiyê Resûl Xurem ji Rûdawê re da zanîn:
"Li Fînlandayê mamoste dibêjin zarokên xwe fêrî zimanê Kurdî bikin, çimkî ev yek dê bibe alîkar ku ew fêrî zimanê Fînlandî jî bibin."
Xurem her wiha da zanîn ku hejmarek welatiyên Fînlandî jî hene ku dixwazin fêrî zimanê Kurdî bibin û got:
"Rêxistinên Kurdî kursên zimanê Kurdî vedikin û ziman nehatiye piştguhxistin lê pêdiviya wî bi xebateke zêdetir heye."
Resûl Xurem destnîşan kir ku Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê û Navenda Diyasporaya Kurdî li ser mijara zimanê Kurdî ya li wî welatî xebitîne lê wî destnîşan kir ku 3 salên borî ji ber nebûna xwîneran, Pirtûkxaneya Rojhilatê Fînlandayê hejmarek pirtûk ji pirtûkxaneyê derxistine.
Amarên fermî yên li ser zimanê Kurdî yê li Fînlandayê
Li gorî amarên fermî yên Desteya Amaran a Fînlandayê ku yên sala 2025an in û meha Çiriya Paşîn hatine belavkirin, zimanê Kurdî di nav 12 zimanên sereke yên dayîkê de ye li wî welatî û Kurd ji sedî 0,3yê nifûsa Fînlandayê pêk tînin.
Rêzbendiya nifûsa Fînlandayê ya li gorî zimanê dayîkê ya sala 2025an bi vî rengî ye:
Fînlandî: 4 milyon û 719 hezar û 802 kes (ji sedî 83,5)
Swêdî: 284 hezar û 611 kes (ji sedî 5)
Rûsî: 102 hezar û 618 kes (ji sedî 1,8)
Estonî: 48 hezar û 495 kes (ji sedî 0,9)
Ukraynî: 46 hezar û 696 kes (ji sedî 0,8)
Erebî: 44 hezar û 696 kes (ji sedî 0,8)
Îngilîzî: 39 hezar û 100 kes (ji sedî 0,7)
Somalî: 28 hezar û 167 kes (ji sedî 0,5)
Farisî: 24 hezar û 47 kes (ji sedî 0,4)
Çînî: 20 hezar û 320 kes (ji sedî 0,4)
Albanî: 19 hezar û 600 kes (ji sedî 0,3)
Kurdî: 18 hezar û 460 kes (ji sedî 0,3)
Sîstemeke diyarkirî ya Fînlandayê ya belavkirina amaran heye û salane meha Çiriya Paşîn amara nifûsê ya li ser bingeha zimanê dayîkê ya sala berê belav dike.
Sala 1991ê li Fînlandayê zimanê dayîkê yê tenê 294 kesan Kurdî bû, sala 2000î ev hejmar bû 3 hezar û 115 kes, sala 2013an gihîşt 10 hezar û 75 kesan, sala 2020an bû 15 hezar û 368 kes û sala 2025an jî gihîştiye 18 hezar û 460 kesî.



