Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew dê ji bo bidawîanîna şerê li Îranê ji Çîn yan jî Rûsyayê alîkariyê nexwazin.
Trump ji bo Lûtkeya Hevkariya Aborî ya Asya-Pasîfîkê (APEC) li Çînê ye û ji kanala Fox Newsê re axivî.
Nûçegihanê Fox Newsê ji Trump pirsî, "Ma hûn plan dikin ku ji bo bidawîanîna şerê li Îranê ji Çîn an Rûsyayê alîkariyê bixwazin?"
Trump bersiva wî da û got, "Tu dizanî, pêdiviya me bi alîkariyê nîne."
Serokê Amerîkayê diyar kir ku wan hêzên deryayî yên Îranê tune kirine û hêzên wê yên asmanî têk birine û wiha pê de çû:
"Îranî dixwazin peymanê bikin. Ji ber vê yekê pêdiviya min bi alîkariyê nîne. Ez dê ji kesî alîkariyê nexwazim."
Yadnameya bi Îranê re wekî "windakirina demê" bi nav kir
Trump îdia kir ku wan li tesîsên nukleer ên Îranê xistiye û ji ber vê yekê Îranê berê xwe daye çekên biyolojîk.
Wî li ser îdiayên ku dibêjin Îran dê ji bo lêdana Washingtonê "bombeya qirêj" bi kar bîne got:
"Ne hewce ye ku xelkê Washingtonê dilgiran bibe. Eger ev rû bide, em dê wan (Îranê) tune bikin. Ev soza min e ji bo we."
Trump yadnameya lihevkirinê ya ku bi Îranê re hatibû îmzekirin wekî "windakirina demê" bi nav kir û wiha axivî:
"Min hinek tişt bi paş xistin. Ev lihevkirin ne şaşî bû. Di vê pêvajoyê de me Îran baştir nas kir. Me fêm kir ku ew ne cihê baweriyê ne."
Trump li ser pirsa têkildarî îdiayên dûrxistina Alîkarê Serokê Amerîkayê JD Vance a ji hevdîtinên bi Îranê re jî got, "Na, ew karekî baş dike. Na."
“Ez peymaneke mayînde dixwazim”
Trump da zanîn ku dan û standinên bi Îranê re hîn jî didomin û got, "Ew dixwazin peymanê bikin lê ez peymaneke mayînde dixwazim."
Wî îdia kir ku eger wî hilbijartinên serokatiyê yên sala 2020î winda nekiribana, şerê Rûsya û Ukraynayê ti carî dernediket.
Trump her wiha anî zimên ku dê di demeke nêzîk de ev şer çawa be bi dawî bibe.
“Pêwendiyeke min a bêhempa bi Çînê re heye”
Trump li ser pêwendiyên bi Çînê re jî got, "Pêwendiyeke min a bêhempa bi Çînê re heye. Ev pêwendiya dostanî û rêzgirtinê ye."
Wî bal kişand ser wê yekê ku Serokê Çînê Şi Cinping bi xwe li balafirgehê pêşwaziya wî kiriye û diyar kir ku di dîroka wî welatî de berê tiştekî wiha nehatiye dîtin.
Trump ev yek wekî "destkefteke mezin ji bo Çînê û ji bo me" bi nav kir.
Trump da zanîn ku niha 4 hezar çekên nukleerî yên Amerîkayê, 3 hezar û 800 ên Rûsyayê û 400 heta 500 ên Çînê hene.
Wî got ku Çîn dikare di demeke wekî 10 salan de vê valahiyê dagire û anî zimên, "Ez tercîh dikim ku ev yek neqewime."
Trump li ser rexneyên ku dibêjin Çîn îstixbaratê dide Îranê jî wiha axivî:
"Em jî îstixbaratê didin. Li Ukraynayê binêrin, em jî îstixbaratê didin. Dibêjin 'Ax, ew çavdêriya me dikin.' Em jî çavdêriya wan dikin. Bi ya min em ji wan baştir çavdêriyê dikin.
Ez nikarim vê ji we re bibêjim. Ez nikarim bibêjim em çi dikin lê bila em wiha bibêjin, 'Ez her tiştî dizanim'."
Mijara Nvidiayê di hevdîtina bi Şi re ket rojevê
Trump eşkere kir ku ew doh êvarê di şîvekê de bi Serokê Çînê Xi Jinping re civiyaye û di hevdîtinê de mijara Birêvebirê Giştî yê berê (CEO) yê Nvidiayê Jensen Huang jî ketiye rojevê.
Trump got, "Tiştên ku hatine serê Huang trajediyek e. Ew mirovekî gelekî jîr e."
Wî diyar kir ku li Amerîkayê gelek "dahî" gihîştine û wiha pê de çû:
"Min di serdema xwe ya yekem a serokatiyê de gelekî alîkariya Elon (Musk) kir. Gelek kesan ew nas nedikir. Dibe ku îro Elonekî me nebûya. Divê em li dahiyên xwe xwedî derkevin."
Trump li ser pirsa ka gelo pêwendiya Huang a bi jina ku tê îdiakirin sîxura Çînê ye re ji bo Amerîkayê gefa ewlehiya neteweyî ye yan na, wiha bersiv da:
"Jineke gelekî şîrîn bû. Ev jin ji Çînê dihat û ew difikirin ku ew sîxur e. Min nebihîstiye ku ew sîxur e. Ew karsazeke jin bû ku çîp dikirîn."
“Hemû bûyerên serbixwe ne”
Trump li ser astengiyên di sektora hewavaniyê de û qutbûnên li bank û şirketên mezin ên teknolojiyê yên li Amerîkayê jî axivî.
Wî got ku ti pêwendiya van bûyeran bi hev re nîne û hemû bûyerên serbixwe ne.
Trump her wiha li ser pirsa ka gelo divê gelê Amerîkayê dilgiran bibe yan na got, "Ji wan re bibêjin bila rihet bin. Her tişt baş e. Ev hemû bûyerên serbixwe ne."
Serokên Çîn û Amerîkayê li Lûtkeya APECê civiyan
Li aliyê din, Serokê Çînê Ji Jinping bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re hevdîtineke dualî pêk anî ku ji bo Lûtkeya Hevkariya Aborî ya Asya-Pasîfîkê (APEC) li bajarê Şenzhenê ye.
Ev piştî serdana Trump a Gulana îsal a Pekînê û serdana Ji ya Îlona îsal a Washingtonê, îsal hevdîtina 3yemîn a her du lîderan bû.
33yemîn Lûtkeya APECê li bajarê Şenzhenê yê parêzgeha Guangdongê ya Çînê tê lidarxistin.
APECa ku ji 21 aboriyên kembera Pasîfîkê pêk tê lûtkeya xwe ya yekem sala 1993yan li dar xistibû.
Çînê berê jî sala 2001ê li Şanghayê û sala 2014an li Pekînê mazûvaniya lûtkeyan kiribû.
Her wiha dê îro di çarçoveya lûtkeyê de bi beşdariya lîderên Çîn, Rûsya û Amerîkayê civîneke sêalî bê lidarxistin.



