Dusseldorf (Rûdaw) - Polîsê Brîtanyayê derbek li toreke mezin a bazirganiya madeyên hişbir ku ji aliyê çend welatiyan ve li Brîtanyayê dihat birêvebirin xist.
Piştî ku bi tohmeta belavkirin û bazirganiya madeyên hişbir hatibûn girtin û tevlîbûna wan a di tawanan de tekuz bûn Dadgeha Brîtanyayê cezayên giran bi ser 4 welatiyan de sepandin.
Li gorî medyaya Brîtanyayê û agahiyên polîsê Brîtanyayê yek ji wan kesên desteserkirî ciwanekî 22 salî ye bi navê (E. M.) ku berê mafê rûniştinê li Brîtanyayê jê hatibû standin û hatibû derxistin.
Ev welatî di dadgehê de li xwe mikur hat ku rojane 30 pound wergirtiye û di nav komeke xeter a bazirganiya madeyên hişbir de xebitiye.
Dadgehê piştî lêkolîneke hûr, cezayê zindanê bi ser wî û 3 kesên din ên Kurd de sepand û cezayên wan di navbera 4 salan û çend mehan de ye.
Lêkolînên polîsê Brîtanyayê eşkere kiriye ku tora ku wekî Tora Paşayê tê naskirin pişta xwe bi şêwazeke nûjen û teknolojîk ve girêdide.
Polîs dibêje, ew di dema girtina welatiyan de çûne nav malekê û wan telefon û amûrên pêwendî û birêvebirinê yên ku torê ji bo karê qaçaxçîtî û birêxistina firotina madeyên hişbir bi kar aniye bi dest xistine.
Vê tora neyasayî piranî bi rêya bikaranîna wan ciwanên Kurd ên ku daxwaza wan a penaberiyê li Brîtanyayê hatiye redkirin û nikarin vegerin Kurdistanê karê xwe dimeşîne.
Qezenc û bazirganiya xwe berfireh kirine û ev çîna lawaz tûşî karên neyasayî û tevlîbûna madeyên hişbir kirine.


