Dusseldorf (Rûdaw) - Çalakvana mafên jinan û mafên mirovan Şeqayiq Ehmedî, ji bo hilbijartinên Meclisa Koçberan a bajarê Munîhê yê Almanyayê wekî namzeda duyem a "Lîsteya Kurdistanê / Lîsteya 22yan" xwe namzed kir.
Şeqayiq Ehmedî ji Rojhilatê Kurdistanê ye û li Zanîngeha Munîhê xwedî bawernameya masterê ya beşa fizîkê ye.
Şeqayiq Ehmediyê ji bernameya Diyasporayê ya Rûdawê re ragihand ku 25 hezar Kurd li Munîhê dijîn û gelekî girîng e ku nûnerê wan li wî bajarî hebe.
Wê da zanîn ku ev ne cara yekem e ku "Lîsteya Kurdistanê" beşdarî hilbijartinan dibe û lîste ji salên 90î ve beşdarî hilbijartinên Meclisa Koçberan a bajarê Munîhê dibe.
Ev lîste ji wan rêxistinên Kurdan pêk tê ku li wî bajarî dixebitin.
Armanca sereke ya namzedbûna Şeqayiq Ehmediyê di van hilbijartinan de ew e ku daxwaz û mafên Kurdan bi giştî û bi taybetî jî yên jinên Kurd li Şaredariya Munîhê bîne rojevê û nûnertiya wan bike.
Namzedên "Lîsteya Kurdistanê" bangî Kurdistaniyên li Munîhê dijîn dikin ku beşdarî hilbijartinê bibin û dengê xwe bidin lîsteya hejmar 22yan.
Ew dixwazin deng û daxwazên Kurdan bigihêjin navendên biryardanê yên wî bajarî.


