Hewlêr (Rûdaw) - Şirketa çêkerê çîpan a Amerîkayê Nvidiayê ragihand ku Birêvebirê Giştî (CEO) Jensen Huang îstifa kir.
Îstifakirina Huang piştî wan nûçeyan hat ku tê de hatibû angaştkirin wî li derveyî zewaca xwe bi du jinan re pêwendî daniye ku yek ji wan bi komkirina agahiyan a ji bo Çînê tê tohmetbarkirin.
Nvidiayê di daxuyaniyekê de da zanîn ku biryara vekişîna Huang a ji serokatiya şirketê, peywira birêvebirê giştî û endamtiya desteya birêvebirinê yekser ketiye meriyetê.
Colette Kress bû Birêvebira Giştî ya demkî
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Alîkara Serok û Birêvebira Darayî (CFO) ya Nvidiayê Colette Kressê pejirandiye ku wekî Birêvebira Giştî ya demkî bixebite.
Kress ji Îlona 2013an ve di nav şirketê de dixebite. Tê çaverêkirin ku ew heta destnîşankirina birêvebirekî nû peywirên xwe yên alîkara serok û birêvebira darayî jî bidomîne.
Desteya birêvebirinê ya şirketê ji bo diyarkirina birêvebirekî mayînde dest bi xebatan kiriye û dê namzedên ji hundir û derveyî şirketê binirxîne.
Her wiha endamê desteya birêvebirinê Harvey Jones wekî serokê nû yê desteyê hat destnîşankirin.
Şirketa Nvidiayê li ser xebatên Huang got:
"Keda Jensen a ji bo Nvidiayê gelekî mezin e. Nvidia yek ji şirketên teknolojiyê yên herî girîng ên cîhanê ye.
Desteya birêvebirinê û şirket spasiya Jensen dikin ji bo wan kedên giranbiha yên ku wî daye."
Piştî ragihandina îstifaya Huang, pişka Nvidiayê li bazarên berî vekirinê ji sedî 12an zêdetir bêqîmet bû.
Pêvajoya ku bû sedema îstifayê
Desteya birêvebirinê ya Nvidiayê 8ê Çiriya Paşîn dabû zanîn ku piştî nûçeyên derbarê armanckirina Huang a ji aliyê dezgehên îstixbaratê yên biyanî ve lêpirsîneke serbixwe hatiye destpêkirin.
Ev lêpirsîn piştî belavbûna agahiyên li ser pêwendiya nêzîk a Huang û karsazeke Çînî dest pê kir ku dihat gotin wê zanyarî dane hikûmeta Pekînê.
Rojnameya The New York Timesê di nûçeyên xwe de diyar kiribû ku birêvebira berê ya şirketa Megaspeedê Alice Huang a ku pêwendiyeke nêzîk bi Jensen Huang re hebûye, ji bo îstixbarata Çînê xebitiye û zanyarî dane Pekînê.
Birêvebirê Giştî yê Nvidiayê Jensen Huang di peyamekê de ku ji karmendên xwe re şandibû li xwe mikur hatibû ku ew bi hevjîna xwe re ne dilsoz bûye.
Huang gotibû ew piştgiriyê dide lêpirsîna serbixwe ya desteya birêvebirinê û anîbû zimên:
"Ez bi biryar im ku Nvidiayê biparêzim û piştgiriyê bidim ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê."
Li hêla din, The New York Timesê di nûçeyeke din de angaşt kiribû ku Huang bi birêvebireke jin a di bin destê xwe de jî pêwendiya derveyî zewacê daniye.



