Berlîn (Rûdaw) - Li Almanyayê Konferansa Serokwezîrên Eyaletan hat lidarxistin û di civînê de li ser dersînorkirina penaxwazan biryarên nû hatin wergirtin.
Serokwezîrê Eyaleta Rheinland-Pfalzê Gordon Schnieder ji Rûdawê re ragihand, ew kesên ku li Almanyayê dibin gef nikarin li Almanyayê bimînin.
Gordon Schnieder da zanîn ku ji bo hêsankirina dersînorkirinê, ew hewl didin ku hikûmeta federal çarçoveyeke yasayî ava bike.
Konferansa Serokwezîrên Eyaletan li Berlîna paytext hat lidarxistin.
Nûçegihana Rûdawê ya Almanyayê Ala Şaliyê li ser vegerandina wan kesên ku mafê wan ê mayînê nîne yan jî yên ku metirsîdar in pirs ji Gordon Schnieder kir.
Schnieder li ser naveroka biryarê got:
"Biryareke pir berfireh bû. Mebest ew e ku divê xelk li vî welatî hest bi aramî û ewlehiyê bike û ew kesên ku li vir gef in, nikarin bimînin."
Serokwezîrê Eyaleta Rheinland-Pfalzê her wiha got:
"Bi taybetî piştî êrişa li meşa Roja Christopher Street Dayê, me careke din eşkere kir ku pêwîst e ev kesên metirsîdar vî welatî biterikînin."
Ew êriş êvara 25ê Tîrmehê li nêzîkî Deriyê Brandenburgê yê li Berlînê hatibû kirin.
Ajokarekî bi otomobîla xwe li nav beşdarên pîrozbahiyê dabû û pişt re jî bi kêrê êrişî xelkê kiribû.
Di wê êrişê de jinek hatibû kuştin û 29 kes jî birîndar bûbûn.
Hatibû ragihandin ku êrişkar penaxwazekî 21 salî yê Libnanî bûye.
'Hikûmeta federal divê gavan biavêje'
Gordon Schnieder li ser pêvajoya dersînorkirinê anî zimên:
"Dersînorkirina sûcdaran û pêvajoya vegerandinê bi giştî bi ser eyaletan ve ye.
Ji ber wê jî me tekez kir ku li wan cihên ku ji aliyê yasayî ve pêdiviya me bi çarçoveyeke yasayî ya cuda heye da ku hêsankarî çêbibe, hikûmeta federal gavan biavêje.
Ji bilî vê jî, me ji bo dabînkirina ewlehiyê li vî welatî pêbendbûneke zelal nîşan da."
Ev hewldana eyaletên Almanyayê ya ji bo dersînorkirina kesên tawankar di demekê de ye ku li gorî amarên Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê, par 22 hezar û 800 kes hatine dersînorkirin.
Her wiha pêrar jî 20 hezar û 176 kes hatibûn dersînorkirin.
.jpg&w=3840&q=75)

