Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron di çarçoveya gera xwe ya Kendavê de çû Erebistana Siûdî û bi Şahzade Mihemed Bin Selman re civiya.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Erebistana Siûdî (SPA), Macron piştî Kuweyt, Îmarat, Qeter û Behreynê gihîşt Riyada paytexta Erebistana Siûdî.
Şahzade Mihemed Bin Selman li Balafirgeha Navneteweyî ya Şah Xalid a li Riyadê Macron pêşwazî kir û pişt re her du serkirde li hev civiyan.
Medyaya Erebistana Siûdî ragihand ku Macron ji bo pêşhatên ewlehî û siyasî yên herêmê çûye serdana welatên Kendavê.
Hat diyarkirin ku Macron û Mihemed Bin Selman dê pêwendiyên dualî û pêşhatên herêmê gotûbêj kirine.
Hat destnîşankirin ku Macron dê li dijî êrişên Hûsiyên li Yemenê yên ku Îran piştgiriya wan dike, peyama piştgiriyê bide Erebistana Siûdî.
Serokkomarê Fransayê Macron beriya Erebistana Siûdî bi serkirdeyên Kuweyt, Îmarat, Qeter û Behreynê re li ser pêwendiyên dualî û pêşhatên herêmê civiyabû.
#VÎDEO - Emmanuel Macron li Riyada paytexta Erebistana Siûdî ye 💢 Şahzadeyê Erebistana Siûdî Mihemed Bin Selman bi germî Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron pêşwazî kir https://t.co/NC74ugLXKo
— RudawKurdi (@RudawKurdi) October 21, 2026


