Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaleta Albertayê ya Kanadayê, dengderan bi cudahiyeke mezin pêşniyara veqetîna ji welêt red kir.
Ev encam ji bo tevgera serxwebûnê ya ku ji aliyê hevpeymanên Serokê Amerîkayê Donald Trump ve piştgirî didît, bû derbeyeke mezin.
Li gorî encamên destpêkê yên ku ji aliyê saziyên medyaya fermî ya Kanadayê ve hatine belavkirin, piştî hejmartina sêyeka dengan, nêzîkî ji sedî 76ê dengderan ji bo parastina yekîtiya Kanadayê deng daye.
"Dema herî xerab e"
Serokwezîrê Kanadayê Mark Carney berê hişyarî dabû ku referandûm di "dema herî xerab" de hatiye kirin.
Carney bal kişandibû ser wê yekê ku Kanada di demekê de ye ku pêwîstiya wê bi aramiya navxweyî heye.
Wî diyar kiribû ku ew bi şerê bazirganiyê re rûbirû ne û Donald Trump gefa dagirkirina welêt dixwe, lewma ev dem ji bo referandûmê qet ne guncav e.
Tevgera serxwebûnê dê bidome
Serokê Projeya Refaha Albertayê Jeffrey Rath li bajarê Edmontonê ji rojnamegeran re axivî ku kampanya serxwebûnê bi rê ve dibeî
Rath li ser referandumê wiha got, "Tevî vê encamê jî dê hewldanên me yên ji bo avakirina Albertayeke serbixwe teqez bidomin. Me ji vê têkoşînê gelek tişt fêr bûn."
Endama Partiya Mihafezekaran û Serokwezîra Eyaleta Albertayê Danielle Smith eşkere kir ku wê bi xwe ji bo mayîna Albertayê ya di nav Kanadayê de deng daye.
Smith da zanîn ku wê ev referandûm tenê ji bo bidawîkirina nîqaşên ku dibûn sedema dubendiyê li eyaletê pêk aniye.
Her wiha Smith anî zimên ku serkeftina alîgirên yekîtiyê dê deriyê meseleya serxwebûnê bi temamî bigire.
Sedema daxwaza serxwebûnê çi ye?
Alberta xwediyê çaremîn rezerva herî mezin a petrolê ya cîhanê ye.
Sedema bingehîn a tevgera serxwebûnê ew e ku şêniyên eyaletê li ser awayê birêvebirina çavkaniyên petrolê ji aliyê hikûmeta federal ve hêrsbûyî ne.
Serokwezîra eyaletê berê Serokwezîrê Kanadayê yê berê Justin Trudeau bi wê yekê tohmetbar kiribû ku ji bo polîtîkayên jîngehê dixwaze pîşesaziya petrola Albertayê ji holê rake.
Piştgiriya Amerîkayê
Tevgera serxwebûnê bala rasterast û piştgiriya birêvebiriya Amerîkayê jî kişandibû.
Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent, Alberta wekî "hevpeymanê xwezayî" yê Amerîkayê bi nav kiribû.
Milyarder Elon Musk ê ku nêzîkî Trump e jî vê mehê di parvekirinekê de gotibû, "Divê Alberta veqete."
Serkirdeyên tevgera serxwebûnê her wiha bi rayedarên Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê re civiyabûn û ji stratejîstên Partiya Komarî şêwir wergirtibûn.
Têkiliyên Ottawa û Albertayê baş bûne
Lê belê piştî ku Mark Carney sala borî wekî Serokwezîrê Kanadayê dest bi kar kir, têkiliyên Ottawa û Albertayê baş bûn.
Di vê nêzîkbûnê de biryara Carney a ji bo erêkirina çêkirina xeteke nû ya boriya petrolê roleke girîng lîst.
Carney ji bo hinardekirina petrola eyaletê ev proje erê kir, ku di dema Trudeau de bi temamî hatibû redkirin.



