Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, peyameke daxwaza şifayê ji bo Rêberê Ruhanî yê Katolîkan û Serokê Vatîkanê Papa Leoyê 14an weşand ku emeliyateke serkeftî ya pişikê derbas kiriye.
Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê peyamek weşand û tê de bal kişand ser rola krîtîk a Papa Leoyê 14an a di belavkirina çanda aştî û bihevrejiyanê de.
Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ew hevdîtina xwe ya Gulanê ya li Vatîkanê ya bi Papa re bi germî û bi hezkirin bi bîr tîne û got:
"Piştî emeliyata dawî ya ku derbas kiriye, ez daxwaza şifaya lezgîn û tenduristiyeke baş ji bo Papa dikim."
"Pêbendbûna wî ya ji bo aştî û diyalogê nirxekî mezin e"
Nêçîrvan Barzanî her wiha behsa hewlên wî yên ji bo aştiya cîhanî kir û di peyama xwe de cih da van gotinan:
"Pêbendbûna Papa ya ji bo aştî, rûmeta mirovî û diyaloga navbera gelan nirxekî pir bilind e.
Ez hêvî dikim ku Papa bi enerjî û tenduristiyeke nû ve mîsyona xwe ya girîng a bihêzkirina aştî û jihevtêgihîştina li seranserê cîhanê bidomîne."
Vatîkan: Girêka şêrpençeyê ya di pişika wî de bi serkeftî hat derxistin
Di daxuyaniya fermî ya ku îro ji aliyê Vatîkanê ve hat belavkirin de hat ragihandin ku Papa Leo ji bo derxistina tûmoreke di pişika wî de hatiye emeliyatkirin û di encama lêkolînan de hat tesbîtkirin ku ew girêk şêrpençe bûye.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku berê guman ji vê nexweşiyê hatibû kirin û di dema emeliyatê de teşhîsa vê hatiye kirin.
Her wiha hat ragihandin ku ew beşa pişikê hatiye jêbirin û operasyon bi serkeftî bi dawî bûye.


