Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê ragihand ku dê Washington dawî li peymana hevkariya ewlehiyê ya 10 salî ya di navbera Amerîka û Îsraîlê de bîne.
Li gorî wê peymanê, Amerîkayê salane 3,8 milyar dolar alîkariya leşkerî û ewlehiyê dida Tel Evîvê. Ev hevkarî dê heta 2028an bidomiya.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ji medyaya welatê xwe re axivî.
Trump got, ev biryar piştî hevahengî û lihevkirina bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re hatiye dayîn.
Trump diyar kir, "Ti pirsgirêka Tel Evîvê bi rawestandina van alîkariyan re nîne."
Trump di axaftina xwe de pesnê pêgeha Îsraîlê da û got:
"Îsraîl hevalbenda me ya hejmar yek e. Me di dîrokê de ji her welatî zêdetir alîkarî daye wan.
Lê rastî ev e, êdî pêwîstiya wan bi vê alîkariyê nemaye."
Trump her wiha destnîşan kir, "Eger pêwîstiya wan pê heba, min dê bigota bila bidome.
Her dem di paşerojê de pêwîstiya wan hebe, em dê bi hawara wan ve biçin."
Di roja hilbijartinê de peyamek ji bo baskê çepgir
Ragihandina vê biryarê ya di roja dengdana hilbijartinên nîveka xulê de bal kişand.
Ev yek bi rikeberiyên siyasî yên tund ên nav Amerîkayê ve hat girêdan.
Her wiha wekî encama zextên baskê pêşverû yê Demokratan hat nirxandin.
Trump rasterast namzedê Demokratan ê Encumena Pîran (Senato) ê eyaleta Michiganê Abdulrahman El Sayed rexne kir.
Wî biryara xwe wekî bersivekê ji bo wan pênase kir.
Trump got, "Çima divê em bi berdewamî qeşmerî û tinazên kesên dîn ên wekî El Sayed qebûl bikin, di demekê de ku pêwîstiya Îsraîlê bi xwe bi wî pereyî nîne?"
Ev daxuyaniyên Trump di demekê de ne ku Rojhilata Navîn bi giştî di nav şer û aloziyeke mezin de ye.
Ji Sibata 2026an ve Amerîka ketiye nav pevçûneke leşkerî ya heşt mehî li gel Îranê.
Di heman demê de zexta darayî û bilindbûna bihayê sotemeniyê barekî giran xistiye ser îdareya Trump.
Ev peyman sala 2016an di serdema serokatiya Barack Obama de wekî lihevkirineke 10 salî hatibû îmzekirin. Peyman sala 2019an ketibû warê bicihanînê.
Vê peymanê stûna sereke ya pergalên parastinê yên Îsraîlê (di nav de pergala dijî mûşekan Kubeya Hesinî û projeyên leşkerî yên hevbeş) pêk dianî.
Mijara alîkariyên leşkerî yên derve
Betalkirina vê alîkariya 3,8 milyar dolarî di vê demê de, dibe ku bi hewldanên Trump ên ji bo kêmkirina xerciyên derve ve girêdayî be.
Her wiha ew dixwaze rê li ber rexneyên dengdêrên ciwan bigire.
Dengdêrên ciwan ne razî ne ku baca welatiyên Amerîkayê li derveyî welêt tê xerckirin.
Ev yek di demekê de ye ku Tel Evîv bi xwe jî ji bo lêdanên leşkerî yên girantir li dijî bernameya etom û mûşekan a Tehranê israr dike.
Di hilbijartinên navberê yên Kongreyê de, mijara alîkariyên leşkerî yên derve bûye yek ji mijarên herî germ ên rikeberiya di navbera Demokrat û Komariyan de.
Baskê çepgir û pêşverû yê Demokratan kampanyayeke berfireh dabû destpêkirin.
Wan bi weşan û dengên bibandor ên torên civakî xwest alîkariya darayî ya ji bo Tel Evîvê were rawestandin.
Wan li ser vê mijarê tevgereke mezin xistibû nava beşeke zêde ya dengdêrên ciwan.
Ev gava Trump a di roja hilbijartinê de wekî derbeyeke pêşwext tê dîtin.
Tê gotin ku Trump bi vê yekê dixwaze karta di destê pêşverûyan de pûç bike.
Armanca wî ew e ku rê li ber çûna dengên nerazî yên ciwanan ên ji bo eniya Demokratan bigire.
Di heman demê de ew dixwaze serdestiya gotara "Pêşî Amerîka" di siyaseta derve ya welatê xwe de biçespîne.



