Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Navxwe ya Erebistana Siûdî ragihand ku jinek û mêrekî ji Bangladeşê ji ber ku li mizgefteke Mekeyê seks kirine, hatine bidarvekirin.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya wezaretê ku îro hat weşandin, her du welatiyên Bangladeşê yên bi navên Nezrûlîslam Ebdulbasîr û jinika bi navê Sîtî Akter, di nav mizgefteke Mekeyê de "karekî nebaş û li dijî exlaqê" kiriye.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku piştî ku pêvajoya dadgehkirinê bi dawî bû, cezayê bidarvekirinê yê ku ji bo wan hatibû birîn li Mekeyê hat cîbicîkirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku dewlet bi ti awayî destûrê nade ku karên wisa li ser axa pîroz bên dubarekirin.
Wekî "sivikatiya bi pîroziyan" hat nirxandin
Di pergala hiqûqî ya Erebistana Siûdî de ku li ser bingeha şerîeta Îslama Sunî û fiqha Henbelî ava bûye, rêbazeke taybet a cezayê heye.
Li wir ji bo her tawanekî wiha cezayê bidarvekirinê nayê dayîn lê ji ber ku ev kiryar di nava sînorên herêma pîroz a Mekeyê û di hundirê mizgeftê de qewimiye, dadgeha Siûdî ev yek wekî "sivikatiya bi nirxên pîroz" û "têkbirina ewlehiya dînî û belavkirina fesadiyê" qebûl kiriye û biryara cezayê herî giran, ango bidarvekirinê daye.


