New York (Rûdaw) - Li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê nêzîkî milyonek kesan ji bo bibîranîna Roja Kristofer Columbus beşdarî meşa salane ya Îtalyayî-Amerîkiyan bûn.
Roja duşemê Kolana Pêncemîn (Fifth Avenue) a New Yorkê ji ber vê meşê ji trafîkê re hat girtin.
Columbus ew gerokê Îtalyayî ye ku parzemîna Amerîkayê dîtiye û îro bûye kesayetiyekî cihê nîqaşê.
Şaredarê New Yorkê beşdar nebû
Di tevgereke kêmwêne de, berpirsê herî payebilind ê bajêr Şaredarê New Yorkê Zohran Mamdanî beşdarî vê meşê nebû.
Li ser vê gavê, tewra endamên partiya wî jî rexne lê girtin.
Endamê Kongreyê yê ji Partiya Demokrat Tom Suozzi ji Rûdawê re got:
"Ev cihê mixabiniyê ye. Ev meşeke pir xweşik e û demek pir xweş e. Divê her kes vê çanda bêhempa ya Îtalyayî-Amerîkiyan pîroz bike."
Peyama du nasnameyan
Beşdarên meşê alayên Îtalya û Amerîkayê li ba kirin û ev peyam da ku dikarin di heman demê de bibin xwediyê du nasnameyan.
Di dawiya sedsala 19an û destpêka sedsala 20î de bi milyonan Îtalyanan koçî Amerîkayê kiribû.
Salên 1930î nêzîkî ji sedî 17ê şêniyên New Yorkê Îtalyayî bûn lê îro ev rêje daketiye ji sedî 5-6an.
Beşdarekî meşê li ser wateya vê rojê got:
"Roja Columbus ji bo min wateya berxwedanê dide, wateya naskirina rehên xwe ye û divê tu zanibî ev keda ku tu didî ji kû derê tê."
“Pêdiviya me pê nîne”
Beşdarekî din jî li ser beşdarnebûna şaredar got:
"Bi dîtina min ev peyamekê dide. Ya girîng ew e ku em kêfxweş dibin û pêdiviya me pê nîne ku ew were vir."
"Pêwîst e her kes bi çanda xwe serbilind be”
Welatiyekî din ê beşdar jî anî zimên:
"Pêwîst e her kes bi çanda xwe serbilind be lê di heman demê de em hemû bi hev re bijîn. Ya xweşik a Amerîkayê ev e."
Nîqaşên li ser dîroka Columbus
Lê belê ev roja ku bi dehan sal e tê pîrozkirin, îro bûye cihê nakokî û nîqaşan.
Ji bo gelek Amerîkiyiyên bi eslê xwe Îtalyayî, Kristofer Columbusê ku sedsala 15an Amerîka keşif kir wekî leheng tê dîtin.
Lê ji bo Amerîkayiyên resen (xwecihiyên Amerîkayê), ew sembola dagirkerî û wan felaketan e ku piştî hatina Ewropayiyan rû daye.


