Ermenistan (Rûdaw) - Li Ermenistanê lêkolînên li ser dîrok, ziman û çanda Kurdî wekî berê ne di rojevê de ne.
Dîroka Kurdolojiyê ya li Ermenistanê digihîje sala 1971an a serdema Yekîtiya Sovyetê.
Wê demê di nav Enstîtuya Rojhilatzaniyê ya Akademiya Ermenistanê de beşeke Kurdolojiyê hatibû avakirin.
Zanyarên navdar ên wekî Şakiro Mihoyî, Maksîm Xemoyî, Çerkezê Reş û Karlênê Çaçan mohra xwe li vê beşê dabû.
Lê bi rûxisna Yekîtiya Sovyetê û koçkirina van zanyaran re, Kurdolojiya li Ermenistanê jî bi temamî rawestiya.
Yekane lêkolera Kurd a li Ermenistanê
Liyana Mihoyan îro li Ermenistanê di warê Kurdolojiya siyasî de yekane lêkolera Kurd e.
Lêkoler, çalakvan û rojnameger Liyana Mihoyan di heman demê de peyamnêra kanaleke televizyona Kurdî ye.
Lêkolera beşa Kurdolojiyê Liyana Mihoyanê li ser rewşa Kurdolojiyê got:
"Piştî hilweşîna Sovyetê hejmareke zêde ya rewşenbîran koçber bûn. Hin rewşenbîrên ku mabûn jî êdî wefat kirine. Niha ev beşa Kurdolojiyê heye lê rast e em nikarin wekî wan roleke mezin bilîzin.
Em niha hewl didin ku berhemên wan zindî bihêlin û wê keda ku ji me re hiştine biparêzin.
Ya duyem jî li gorî hêz û hewldanên xwe em dixwazin vî warî bi pêş bixin. Ka ev yek dê çi qasî bi ser bikeve dê di paşerojê de diyar bibe."
Kurdolojiya siyasî ya li Zanîngeha Êrîvanê
Beşa nû ya Kurdolojiyê sala 2015an bi destpêşxeriya rojhilatzanekî Ermenî li Zanîngeha Dewletê ya Êrîvanê hat damezirandin.
Di vê beşê de tenê lêkolînên Kurdolojiya siyasî tên kirin.
Serokê Beşa Rojhilatzaniyê yê Zanîngeha Dewletê ya Êrîvanê Vahram Petrosyan li ser avakirina vê beşê got:
"Min wekî rojhilatzanekî ji rektorê Zanîngeha Êrîvanê re pêşniyar kir ku li vir enstîtuyekê vekin û tê de beşeke lêkolînên Kurdî hebe.
Min bi xwe serkêşiya vê beşê girt ser milê xwe û ev beş bi serkeftî ava bû. Lê ev beş zêdetir li ser lêkolînên zanistên siyasî dixebite. Ango li ser hemû aliyên civaka Kurd disekine lê fîlolojî di nav de nîne."
Nêrînên li ser dîrok û zimanê Kurdî
Hin lêkolînerên Ermenistanê piştî rûxina Yekîtiya Sovyetê, guh nadin lêkolînên zanistî yên berê yên li welatê xwe û hewl didin bi rêya zanistê ziman, dîrok û hebûna Kurd û Kurdistanê înkar bikin.
Vahram Petrosyan li ser vê babetê jî wiha axivî:
"Ji ber sedemên etîkî ez naxwazim li ser nêrînên hin pisporên me nirxandinan bikim. Lê car caran rola hin kesên cuda û bandora wan a li ser siyasetê tê mezinkirin."
Li Ermenistanê lêkolînên li ser dîrok, ziman û çanda Kurdî êdî ne tenê di qada zanistî ya Ermenistanê de, ji bo Kurdên wî welatî jî wekî berê ne di rojevê de ne.



