Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku wan rê li ber hewlên nukleerê yên Îranê girtiye û got ku di demeke nêzîk de ew dê vê rûpelê bigirin.
Donald Trump ragihand ku ji destpêka şer ve heta niha, rêjeya herî bilind a veguhastina petrolê doh li Tengava Hurmizê hatiye tomarkirin û wiha lê zêde kir:
"Tenê doh di vê rêya avê re 28 milyon bermîl petrol derbas bû."
Trump diyar kir ku êdî ti hêza hewayî, bejayî û deryayî ya Îranê nemaye.
Serokê Amerîkayê Donald Trump di civîneke çapemeniyê ya li Koşka Spî de derbarê rewşa dawî ya li Tengava Hurmizê, veguhastina enerjiya gerdûnî û êrişên li ser Îranê de daxuyanî dan.
Trump diyar kir ku kontrola çûnûhatina li Tengava Hurmizê di destê wan de ye û wiha pê de çû:
"Me Tengava Hurmizê bi temamî girtiye, em rê nadin ku ti keştî ber bi Îranê ve biçin yan jî ji Îranê derkevin."
"Hêza leşkerî ya Îranê bi temamî hat rûxandin"
Trump destnîşan kir ku şiyana nukleer û leşkerî ya konvansiyonel a birêvebiriya Tehranê hatiye armancgirtin û operasyon gihîştine armanca xwe û wiha berdewam kir:
"Me rê li ber Îranê girt ku bibe xwediyê çekên nukleerê û em dê di demeke nêzîk de bi her awayî vê rûpelê bigirin û vê pirsgirêkê çareser bikin.
Êdî ti artêş, hêza deryayî, hêza hewayî an jî pergalaa parastina hewayî ya Îranê nemaye."
Dorpêça deryayî berdewam dike
Trump diyar kir ku kontrola çûnûhatina li Tengava Hurmizê di destê wan de ye û wiha got:
"Me Tengava Hurmizê dorpêç kiriye em rê nadin ku ti keştî ber bi Îranê ve biçin an jî ji Îranê derkevin."



