New York (Rûdaw) - Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarric da zanîn ku ew dê wan raporan bişopînin ên ku qal dikin li parêzgeha Hisîçayê alozî derketiye.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric li ser pirsa Rûdawê ya derbarê rûdanên îro yên li parêzgeha Hisîçayê ya Rojavayê Kurdistanê daxuyanî da.
Dujarric diyar kir ku wî heta niha ew rapora taybet nedîtiye lê ew dê bişopînin.
"Divê nasnameya wan bê parastin"
Stephane Dujarric anî zimên ku parastina pêkhateyan li her welatî pirseke girîng e û got:
"Çi li Sûriyeyê be çi jî li her welatekî din ê ku kêmneteweyên berbiçav lê hene, bi taybetî jî yên xwedî ol û zimanên cuda ne, pir girîng e ku endamên kêmneteweyan silamet bin, parastî bin û hîs bikin ku ew beşek ji giştiyê ne di demekê de ku nasnameya xwe ya taybet jî diparêzin."
Berdevkê Sekreterê Giştî yê NYyê her wiha destnîşan kir ku rewşa parastina mafên pêkhateyan ne tenê mijarek e ku Sekreterê Giştî qal kiriye, belkî aliyên din jî li ser asta navneteweyî ev mijar bi desthilatdarên Sûriyeyê re gotûbêj kiriye.
Aloziyên li Hisîçayê
Îro piştî nimêja înê li taxa Xiwêranê ya bajarê Hisîçayê komekê dest bi xwenîşandanê kir.
Wan bi bilindkirina alayên Sûriyeyê daxwaz kir ku desthilata hikûmeta Sûriyeyê li herêmê bi temamî bê sepandin.
Lê di demeke kurt de alozî derket û xwenîşanderan hewl da bikevin nav taxên Kurdan ên li bajêr.
Hêzên ewlehiyê rê li ber wan girt û nehişt derbas bibin.
Pirsa Rûdawê û bersiva Stephane Dujarric wiha ye.
Rûdaw: Spas Stephane. Li ser Sûriyeyê, dixuye ku li parêzgeha Hisîçayê aloziya di navbera Kurd û Ereban de zêde dibe. Çend vîdeo nîşan didin ku çekdarên Ereb bi alayên Sûriyeyê li motorsîkletan siwar bûne, li nav taxên Kurdan digerin û dirûşmên li dijî Kurdan berz dikin. Rojnamegerên li Sûriyeyê dibêjin vê yekê tirsek xistiye dilê Kurdan ku dibe ku êrişî wan were kirin. Ez dixwazim bizanim gelo şandeya Neteweyên Yekbûyî ya li Sûriyeyê li ser vê yekê raporek daye we? Her wiha derbarê parastina Kurdan de peyama Sekreterê Giştî ji bo Serok Şer çi ye ku çend caran pê re civiyaye?
Stephane Dujarric: Min ew raporên taybet nedîtine. Em dê bişopînin. Bê guman, çi li Sûriyeyê be çi jî li her welatekî din ê ku kêmneteweyên berbiçav lê hene, bi taybetî ew kêmneteweyên xwedî ol û zimanên cuda ne.
Girîng e ku endamên kêmneteweyan silamet bin, parastî bin û hîs bikin ku ew beşek ji giştiyê ne di demekê de ku nasnameya xwe ya taybet jî diparêzin. Helbet ev ne tenê pirsa Sekreterê Giştî ye, belkî kesên din jî bi desthilatdarên Sûriyeyê re ev mijar qal kiriye.



