Hewlêr (Rûdaw) - Çendîn berpirsên herêmî û Rojavayî ji ajansa Reutersê re ragihand ku Erebistana Siûdî plana destpêkirina operasyoneke leşkerî ya berfireh a li dijî Hûsiyên Yemenê datîne.
Li gorî heman berpirsan, Riyad di navbera du vebijêrkan de ye, êrişeke li peravên Deryaya Sor ji bo parastina rêya keştiyan an jî vekirina eniyên şer ên li dijî Hûsiyan li gelek deverên cuda.
Tê çaverêkirin ku ev operasyon di nav hefteyên pêş me de dest pê bike û li ser erdê ji aliyê hêzên Yemenî yên hevpeymanê Riyadê ve were piştgirîkirin.
Her wiha Amerîka dê agahiyên îstixbaratî bide Riyadê û çendîn welatên Ewropî û herêmî jî alîkariya parastinê bidinê.
Armanca sereke ya plana leşkerî ya Erebistana Siûdî ew e ku wan destkeftên Hûsiyan ji holê rake.
Hûsî meha borî bi bipêşveçûna xwe li beravan gelek cih bi dest xistibûn û dest danîbû ser beravên Tengava Babulmendebê.
Li gorî berpirsên Kendavê, 2 vebijêrk li ber destê Riyadê hene:
Êrişeke sînordar: Bi armanca vegerandina kontrola beravan û asayîkirina tevgera deryayî tenê li ser herêmên derdora Tengava Babulmendebê bisekine.
Êrişeke berfireh û hevwext: Ji bilî beravan, li çendîn parêzgehan eniyên şer li dijî Hûsiyan werin vekirin.
Berpirsan diyar kir ku li gorî mezinahiya êrişê, dibe ku zêdetirî 100 hezar çekdarên Yemenî ji bo beşdariya vê operasyonê werin komkirin.
Helwesta Trump û rola Tirkiye û Pakistanê
Washington wekî hevpeymana herî xurt a Erebistana Siûdî bi rêya şêwirmendên leşkerî, dayîna agahiyên îstixbaratî û diyarkirina armancan piştgiriyê dide operasyonên asmanî.
Lê belê Donald Trump berê daxwaza Şahzadeyê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman a alîkariya rasterast a leşkerî ya wekî pêkanîna êrişên asmanî yên ji aliyê artêşa Amerîkayê ve red kiribû.
Li gorî çavkaniyan, Tirkiye û Pakistanê ku meha borî peymana parastinê ya hevpar li gel Riyadê îmze kiribû, alavên leşkerî ji bo Siûdiyê dabîn kirine.
Berpirsekî payebilind ê Pakistanê da zanîn ku welatê wî meha borî 4 balafirên barhilgirên tijî sîstemên parastina asmanî, topavêjên sivik, dron û sîstemên dijî dronan şandine bajarê Adenê.
Her wiha şêwirmendên leşkerî yên Pakistanê li ser erdê li gel hevtayên xwe yên Siûdî li ser perwerdekirina hêzên Yemenî dixebitin û dronên Tirkiyeyê yên ku berê ji aliyê Siûdiyê ve hatine kirîn li ser asmanê Yemenê dest bi gerê kiriye.
Ji bo parastina Erebistana Siûdî jî, Pakistanê di navbera 30 hezar û 40 hezar leşkerî de li Erebistana Siûdî bi cih kiriye da ku sînorên bejahî biparêzin û mûşek û dronên Hûsiyan pûç bikin.
Di heman demê de Fransayê jî ragihandiye ku ew dê ji bo ku tesîsên petrolê biparêze sîstemên parastinê û hêzên leşkerî bişîne bendera Yenbûyê ya li ser Deryaya Sor.



