Hewlêr (Rûdaw) - Donald Trump ragihand ku şerê wan ê bi Îranê re "di demeke nêzîk de" û rasterast piştî hilbijartinên nîvdemê dê bi dawî bibe.
Serokê Amerîkayê Donald Trump di çarçoveya bangeşeya hilbijartinê de bal kişand ser hilweşîna hêza leşkerî û aborî ya Îranê û got:
"Wekî hûn dibînin, niha ne hêza deryayî, ne hêza asmanî, ne radar û ne jî sîstema wan a parastinê ya dijîbalafiran maye.
Aboriya wan bi temamî hilweşiyaye û rêjeya enflasyona wan gihîştiye nêzîkî ji sedî 310an."
Serokê Amerîkayê Tehran wekî "zordarê Rojhilata Navîn" bi nav kir û anî zimên ku diviyabû serokên berê yên Amerîkayê yan welatekî din ev gav ji mêj ve biavêta, ne ku tenê Washington neçarî vî erkê giran bûbûya.
Trump li ser rewşa navxwe ya desthilatdariya Tehranê got:
"Wan serkirdeyên xwe winda kirin, pişt re komeke din ji dest dan.
Dema ji bo diyarkirina serok jî pêşbirk saz kirin, kes amade nebû tevlî bibe.
Niha pirsgirêk ew e ku em nizanin li wir bi kê re dan û standinê bikin, kes nemaye em pê re biaxivin.
Ez dibêjim ez dê bi kê re biaxivim? Em li derî dixin lê kes ne li malê ye."
"Petrol erzan dibe"
Trump li ser bidawîbûna şer û bandora wê ya li ser aboriyê pêşbînî kir ku bi bidawîbûna şer re dê petrol li bazarên cîhanê bi lez erzan bibe û anî ziman:
"Şer dê di demeke nêzîk de bi dawî bibe, dibe ku rasterast piştî hilbijartinên nîvdemê be.
Dema şer bi dawî bû dê petrol bi temamî erzan bibe."
Serokê Amerîkayê parastina bihabûna demkî ya sotemeniyê kir û da zanîn:
"Baceke kêm tê dayîn lê ev yek ji wê pir kêmtir e ku wan dînan çekên nukleer bi dest bixistana û bi kar baniyana."
Operasyona li dijî bernameya nukleer
Trump di beşeke din a axaftina xwe de qala operasyonên leşkerî yên 6 mehên borî yên hêzên Amerîkayê kir û ragihand:
"Me di zêdetirî 6 mehan de tenê 18 leheng ji dest dan ku mirin.
Soza min ew bû ku ew negihêjin çekên nukleer.
Min ev yek tenê di şevekê de pêk anî, dema ku balafirên bomberanê yên B-2yê saet 01:00ê şevê derbas bûn û di kûrahiya 3 hezar milan de di binê erdê de hemû şiyana wan a nukleer ji holê rakir."
Trump her wiha destnîşan kir ku dê bi salan şiyana Îranê çênebe ku wêraniyên li ser Îran ducare ava bike.
Serokê Amerîkayê di dawiyê de hişyarî da dengdêran û rexne li polîtîkayên birêvebiriyên berê yên Barack Obama û Joe Biden girtin û diyar kir ku wan "bêyî çareserkirina pirsgirêka çekên nukleer bi milyaran dolar wekî bac û bertîl dane Tehranê."
Trump tekez kir ku birêvebiriya wî rê nade ew xeletî di paşerojê de ducare bibin.



