Hewlêr (Rûdaw) - CENTCOMê li ser vekişîna hêzên xwe yên ji Îraq û Herêma Kurdistanê got, "Hêzên ewlehiyê yên Îraqê ku Pêşmerge û hêzên din ên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê jî di nav de ne, niha xwedî şiyan in ku bi tenê rûbirûyî metirsiyan bibin."
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) bi daxuyaniyekê ragihand ku erkê hêzên wan ê di çarçoveya "Operasyona Biryardariya Polayî" de li Îraqê bi dawî bûye.
Li gorî daxuyaniya CENTCOMê, vekişîna hêzan ji bo pêwendiyeke parastinê ya dualî ya di navbera Amerîka û Îraqê de beşek ji plana veguhastinê ye.
Di heman demê de, Hêza Erkê Hevbeş a Hevpeymanan dê karên xwe bidomîne.
Hêza navborî niha biryargeha xwe veguhastiye Urdinê da ku hêzên Amerîkayê bi hevpeymanên xwe û Hikûmeta Sûriyeyê re erkê xwe yê rûbirûbûna DAIŞê ya li Sûriyeyê bidomînin.
DAIŞ êdî ne metirsiyeke sîstematîk e
Fermandarê CENTCOMê Brad Cooper got, "Ez spasiya wan bi dehan hezar leşker, dîplomat û karmendên sivîl ên Amerîkayî dikim ku li Îraqê bi hawara me ve hatin."
Cooper da zanîn ku bi saya qurbanîdan û jêhatiya wan hêzan, "DAIŞ êdî ji bo ewlehiya niştimanî ya Îraqê ne metirsiyeke sîstematîk e."
Cooper her wiha anî zimên, "Hêzên ewlehiyê yên Îraqê ku Pêşmerge û hêzên din ên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê jî di nav de ne, niha xwedî şiyan, serkirdayetî û serbixweyiya operasyonî ne da ku bi tenê rûbirûyî wan metirsiyan bibin ku li ser niştimanê wan in."
Qonaxa dawî li Hewlêrê temam bû
CENTCOMê diyar kir ku pêvajoya vekişîna hêzên Amerîka û Hevpeymanan a ji Îraqa federal Çiriya Pêşîn a par dest pê kiriye.
Ev pêvajo îlona îsal bi veguhastina temamî ya karmend û kel û pelan a ji Baregeha Asmanî ya Hewlêrê gihîşt qonaxa dawî.
Baregeha Asmanî ya Hewlêrê wekî navenda sereke ya operasyonên Hêza Erkê Hevbeş a Hevpeymanan kar dikir.
Piraniya wan hezar û 500 leşkerên Amerîka û Hevpeymanan ên ku piştgiriya operasyonên li dijî DAIŞê dikir, li wê baregehê hatibûn bicihkirin.
Wê hêzê ji sala 2014an ve şêwirmendî û alîkarî dida hêzên hevbeş ên li dijî DAIŞê yên li Îraq û Sûriyeyê.
Fermandarê CENTCOMê di dawiyê de got:
"Dema ku em vedikişin û berpirsyariya sereke ya temamiya ewlehiya Îraqê radestî hikûmeta Îraqê û xelkê wê yê wêrek dikin, hêzên Amerîka û Hevpeymanan ên ku li seranserê herêmê hatine bicihkirin, dê amade bin ku bersiva her metirsiyeke DAIŞê bidin ku derkeve holê."



