Hewlêr (Rûdaw) - Enstîtuya Kurdî ya Lozanê bi sedema nehemîn salvegera Referandûma Serxwebûna Kurdistanê, li bajarê Lozanê yê Swîsreyê bi mijara serxwebûnê konferansek li dar xist.
Konferans doh (27.09.2026) li salona konferansê ya Mövenpick Hotelê, bi navê “Lêgerîna Kurdan a Serxwebûnê û Aştiya Herêmî” pêk hat.
Nivîskar û berpirsê wezaretê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Salar Osman, Serokê Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Necat Zanyar û Alîkara Serokê Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Nazile Afkhamî di konferansê de axivîn.
Konferansa Serxwebûnê bi sirûda neteweyî û rêzgirtina cangoriyên Kurdistanê dest pê kir.
Sekreterê enstîtuyê hiqûqnas Şehmus Ozdemîr axaftina bixêrhatinê kir û bal kişand ser mîsyona Enstîtuya Kurdî ya Lozanê.
Axaftvanê yekem Dr. Salar Osman axaftina xwe bi du beşan pêk anî.
Di beşa yekê de bal kişand ser bandora referandûma serxwebûna Kurdistanê ya li rabirdû, niha û dahatuyê.
Dr. Salar destnîşan kir ku pêwîst e referandûm bi asoyeke fireh bê nirxandin û tenê bi alîyê siyasî sînordar nemîne.
Dr. Salar di beşa duyem de pirsên beşdaran ên li ser referandûmê bersivandin.
Nazile Afkhamî di axaftina xwe de rewşa Rojhilatê Kurdistanê nirxand, bal kişand ser tevgera jinan û piştgiriya ji bo Referandûma Serxwebûna Kurdistanê.
Afkhamiyê destnîşan ku Kurdên Rojhilatê Kurdistanê çawa bi hesta yek netewe û yek welatî daketin kolanan û wan piştgiriya xwe ji bo serxwebûna Kurdistanê destnîşan kir.
Necat Zanyar li ser doza Kurdistanê ya di huqûqa navneteweyî de axaftinek pêşkêş kir.
Zanyar bal kişand ser binesaziya dewleta modern û hiqûqa Neteweyên Yekbûyî.
Di vê çarçoveyê de mafê selfdetermînasyonê û mafên gelên otokton hatin nirxandin.
Zanyar destnîşan kir ku Serok Barzanî navê xwe bi serxwebûnê li dîroka Kurdistanê nivîsiye û hebûna miletan bi fikra serxwebûnê berdewam dike.
Konferansê bi axaftina Nvar Maley, Aso Pîrotî, Gul Sairan û Abdi Çadir berdewam kir.
Pişt re beşdaran li ser referandûmê û mijara serxwebûnê fikrên xwe parve kirin.
Di konferansê de du sînevîzyon hatin nîşandan.
Digel Kurdan, kesayetên Swîsreyî jî konferans şopand.



