Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Federasyona Zimanê Kurdî ya Navneteweyî Mem Dogala ragihand ku zimanê Kurdî dest bi kursên Kurdî dike.
Federasyona Zimanê Kurdî ya Navneteweyî bi hevkariya Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê, ji bo zarok, ciwan û welatiyên Kurd ên li diyasporayê dest bi kursên nû yên online dike.
Ev kurs bi temamî bê pere ne û bi her du zaravayên Kurmancî û Soranî tên dayîn.
Federasyon di bin sîwana Konfederasyona Revenda Kurdistanî de dixebite û di dawiya kursan de bawernameyên fermî dide fêrxwazan.
Peymaneke 15 salî ya li gel Wezareta Perwerdeyê
Ev projeya perwerdeyê li ser bingeha peymaneke demdirêj a 15 salî tê meşandin ku 5ê Adara 2025an li Hewlêrê di navbera Wezareta Perwerdeyê û Revenda Kurdistanî de hatibû îmzekirin.
Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê di çarçoveya vê peymanê de, heta niha 2 pirtûkên dersê çap kirine û radestî federasyonê kirine.
Her wiha 3 pirtûkên din jî tên amadekirin da ku di dema herî nêzîk de bên çapkirin û bigihîjin destê fêrxwazên li dîyasporayê.
"Amerîkayî, Polonyayî û Rûs jî fêrî Kurdî bûn"
Birêvebirê Federasyona Zimanê Kurdî ya Navneteweyî Mem Dogala ji Swêdê bû mêhvanê bultena Rûdawê û pirsên Hêvîdar Zanayê bersivandin.
Mem Dogala diyar kir ku sala borî nêzîkî 3 hezar xwendekarên wan hebûn û got:
“Sala borî 3 hezar şagirtên me yên bê sînor ji 22 welatan hebûn ku fêrî zimanê Kurdî bûn. Di nav wan de ne tenê Kurd, kesên biyanî jî hebûn. Wekî mînak, Amerîkayî, Polonyayî û Rûs tevlî kursên me bûn.
Hinek kesên wisa hebûn ku berê ji peyva 'spas'ê pê ve tiştek bi Kurdî nizanibûn. Lê piştî qedandina kursê ew gihîştin wê astê ku bikevin nav civateke Kurdî û bi Kurdî biaxivin. Ev yek bi rastî ji bo me serbilindiyeke gelekî mezin e.”
Dibistanên nû vedibin
Mem Dogala eşkere kir ku tora wan a perwerdeyê roj bi roj berfirehtir dibe û wiha domand:
“Heta niha 35 dibistanên me yên zimanê Kurdî li seranserê cîhanê hene. Îro du dibistanên din jî li vê hejmarê zêde bûn û çar dibistanên nû jî di rê de ne ku bibin endamên me.
Em wekî federasyon di warê pedagojîk, pirtûk û materyalên xwendinê de piştgiriya mamosteyan dikin. Car caran em bi xwe diçin û bi awayekî fîzîkî beşdarî aheng û dersên wan dibin da ku ew germî û dilsozî kêm nebe.”
Mamoste çawa dixebitin û meaş digirin?
Li ser pirsa ka mamoste vî karî bi dilxwazî dikin yan meaş werdigirin, birêvebirê federasyonê ev agahî dan:
“Divê em van her du xalan ji hev cuda bikin. Dema ku dersên online ji aliyê Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê ve tên dayîn, ew ders bê pere ne û mamoste jî karmendên wezaretê ne.
Lê belê li Ewropayê rewş hinekî cuda ye. Wekî mînak, em li Swêdê di bin banê Wezareta Perwerdeyê ya Swêdê û şaredariyan de dixebitin. Ez bi xwe ji sala 1990î ve li Swêdê mamostetiya Kurdî dikim û meaşê xwe ji dewletê distînim. Lê li gelek welatên din mamoste bi dilxwazî û xwebexşane dixebitin.”
"Ji zarokan heta mezinan ti sînorên temenî nînin"
Mem Dogala destnîşan kir ku ji bo beşdarbûna kursan ti sînorên temenî nehatine danîn û her kes dikare navê xwe tomar bike:
“Ti sînorê temen nînin. Polên me li gorî temen û astê li hev hatine parvekirin. Polên me yên zarokan, yên ciwanan û yên mezinan hene.
Zarokên me yên ku ji Qefqasya, Kanada, Swêd û welatên cuda tên ba hev, atmosfereke gelekî xweş diafirînin.
Ew bi hev re hevaltiyê dikin, bi Kurdî dipeyivin, lîstikan dilîzin, alfabeya Kurdî fêr dibin û bi hev re stranên Kurdî dibêjin. Dema ku mirov dibîne zarokên ji welatên cuda bi hev re stranên Kurdî dixwînin, ev dîmenekî bêhempa ye.”
"Teknolojiyê sînor hilweşandin"
Birêvebirê Federasyonê bal kişand ser rola erênî ya teknolojiyê ya di girêdana Kurdan de û bi mînakekê qala Qefqasyayê kir:
“Berî çend salan ji Qefqasyayê telefonî me kirin û gotin 'Pêwîstiya me bi mamosteyên Kurdî heye.' Sala borî em çûn Qefqasyayê û beşdarî civîneke wan bûn. Me ji wan re got ku teknolojiyê êdî ev sînor ji holê rakirine.
Em îro bi rêya teknolojiyê ji her derê cîhanê digihîjin hev. Çend roj berê em li Danîmarkayê bûn, li Almanyayê bûn, gelek kes hatin û me hevdû nas kir. Em bûn civakeke cîhanî ya ku ji sînoran derbas bûye.”
Qeydkirina li ser lînkê didome
Kursên online roja yekşema bê dest pê dikin û bi her du alfabeyên Latînî û Aramî tên dayîn.
Dogala li ser hejmara kesên ku heta niha qeyd bûne, da zanîn ku amarên dawî rasterast di pergala Wezareta Perwerdeyê ya li ser lînkê de diyar dibin û pêvajoya qeydkirinê didome.
Mem Dogala di dawiyê de da zanîn ku armanca wan ew e ku li her welatekî nûnerekî destnîşan bikin da ku tora fêrbûna zimanê Kurdî li seranserê cîhanê xurttir bibe.


