Munîh (Rûdaw) - Wezîra Dewletê ya Almanyayê ya Karên Navxwe da zanîn ku bi Îraqê re ti peymanên wan ên dersînorkirina penaberan nînin.
Wezîra Dewletê ya Almanyayê ya Karên Navxwe Daniela Ludwigê ji nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê re ragihand ku ti plan û peyman di navbera Berlîn û Bexdayê de ji bo vegerandina wan penaberên ji Îraq û Herêma Kurdistanê yên ku mafê mayînê wernegirtiye nînin.
Daniela Ludwigê li ser gotegotên hebûna planekê ji bo vegerandina 20 hezar penaberên Îraqî got:
“Ev cara ewil e ez vê yekê ji we dibihîzim û ti peymanên me bi Îraqê re nînin.”
Daniela Ludwigê eşkere kir ku pêvajoya dersînorkirina penaberan biryareke takekesî ye û ne di berpirsyariya hikûmet û Wezareta Karên Navxwe ya federal de ye lê ji aliyê rayedarên eyaletên Almanyayê ve li ser bingeha dosyeyan biryar li ser tê dayîn.
Rewşa penaberên Kurdên Êzidî
Wezîra Dewletê ya Almanyayê ya Karên Navxwe li ser çarenivîsa penaberên Kurdên Êzidî yên ku piştî êrişên DAIŞê berê xwe dabû Almanyayê anî zimên ku her dosye bi serê xwe tê lêkolînkirin û li ser gef û metirsiyan lêpirsîn tê kirin û anî ziman:
“Herî kêm ji bo gelek jin û mêrên Êzidî mafê penaberiyê tê dayîn, ji ber ku mafê penaberiyê li Almanyayê her tim mafekî takekesî ye.”
Daniela Ludwigê li ser asta Ewropayê û bicihanîna sîstema hevpar a mafê penaberiyê geşbîniya xwe anî ziman û ragihand ku peymana hevpar a mafê penaberiyê ya Ewropayê ji meha Hezîranê ve ketiye warê pêkanînê.
Ludwigê destnîşan kir ku bi saya vê peymanê hejmara koçberên neyasayî û daxwazên mafê penaberiyê bi awayekî berbiçav kêm bûye û sîstem bi başî bi cih dibe.
Wezîra Alman li ser kontrolkirina sînorên derve yên Ewropayê jî diyar kir ku rewş gelekî baştir bûye, derbasbûna koçberan a bi rêya deryayê kêm bûye lê tekez kir ku “nabe em li ser vê bipêşketinê bisekinin, divê em berdewam bin.”
Lûtkeya 2yemîn a Koçberiyê ya Munîhê 26ê Îlonê wezîrên karên navxwe yên Ewropayê û berpirsên Yekîtiya Ewropayê anîn ba hev da ku li ser bihêzkirin û tundkirina kontrola sînoran gotûbêjan bikin.
Mijarên sereke yên civînê bihêzkirina sînorên derve yên Yekîtiya Ewropayê, bilezkirina dersînorkirinê û avakirina navendên vegerandinê yên li wan welatên ku ne endamên Yekîtiya Ewropayê bûn.




