Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent ragihand ku pêngava Amerîkayê ya ji bo dorpêçkirina darayî û asmanî ya Îranê encamên berbiçav bi dest xistiye.
Scott Bessent spasiya helwesta Tirkiye, Îmarat, Uman û Brîtanyayê kir ku di rawestandina geştên asmanî û dan û standinên bankî yên bi Tehranê re de alîkar bûne.
Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê di peyamekê de li ser Xê diyar kir ku piştî destpêkirina operasyona wan a aboriyê ya li dijî Îranê, Wezareta Xezîneyê rêkarên darayî yên diyarkirî bi ser bank û şirketên dabînkirina xizmetguzariyên balafirvaniyê de sepand.
Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent got:
"Bi rênimayî û fermana min a rasterast, tîmên me li seranserî cîhanê hatin belavkirin da ku bi welatan re bicivin û ji wan bixwazin ku li dijî rejîma Îranê gavên pratîk biavêjin."
Bessent diyar kir ku wan hewldanan encam daye û anî ziman:
"Tirkiye û Umanê ragihand ku wan geştên Mahan Airê yên ji bo welatên xwe rawestand.
Di heman demê de Îmaratê hemû geştên hemû xetên asmanî yên Îranê rawestandin û bankên mezin ên bazirganiyê yên Îmarat û Tirkiyeyê jî dan û standinên xwe yên darayî yên bi Tehranê re bi temamî rawestandin."
Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê li ser bandorên darayî yên wan dorpêçan bal kişand ser têkçûna aboriya navxweyî ya Îranê û da zanîn:
"Heta serkirdayetiya Îranê bi xwe jî li zererên giran ên aborî yên şer mikur hat, bi taybetî ku nirxê tumenê Îranî daket asta xwe ya herî nizm a dîrokî."
Bessent di dawiya axaftina xwe de spasiya Washingtonê ya ji bo hevkariya hevpeymanên wê anî zimên û got:
"Ez spasiya hikûmetên Brîtanya, Tirkiye, Uman û Îmaratê dikim.
Em dê bi wan re bi hev re bixebitin, çimkî karê me yê zêdetir li pêş e da ku em rê li ber Tehranê bigirin ku ajandayên xwe bi cih bîne."
Dorpêça Amerîkayê kîjan şirketan li xwe digire?
Dorpêçên nû yên Amerîkayê bi rêya Wezareta Xezîneyê tên bicihkirin.
Wezaretê 8ê Îlonê diyar kir:
"Hemû sektora balafirvaniyê ya Îranê armanc e û ti cudahî di navbera balafirên fermî û sektora qaşo taybet de nayê kirin."
Di serî de, xeta balafirvaniyê ya niştimanî ya Îranê ya bi navê Iran Airê û şirketa mezin Mahan Airê wekî 2 stûnên sereke yên veguhastina leşkerî hatin destnîşankirin.
Di heman demê de hemû şirketên din ên bazirganiyê yên wekî Caspian, Meraj, Taban, Kish Air û şirketên biçûk ên navxweyî û herêmî jî xistin nav vê çarçoveyê ku hejmara wan 27 şirket e.
Li gorî belgeyên fermî yên Xezîneya Amerîkayê yên meha Tebax û Îlona 2026an, "Tehranê toreke aloz a şirketan li Ewropa, Rojhilata Navîn û Asyayê ava kir. Ev şirket bi navê bazirganiya giştî, teknolojî û lojîstîkê dixebitin ji bo kirîna parçeyên yedek ên balafirên çêkirina Amerîka û welatên Rojavayî û pişt re bi rêya qaçax dişînin Îranê."
Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê da zanîn:
"Em bi vê dorpêçê dixwazin çavkaniya gihîştina Tehranê ya bi parçeyên yedek ên balafirên sivîl û teknolojiya duarmancî nehêlin, şahdemara veguhastina leşkerî ya Feyleqa Qudsê ya di navbera paytextan de têk bibin, hinarde û hawirdekirina dron û mûşekên balîstîk rawestînin û rê li ber veguhastina zêr û pereyên biyanî bigirin ku Îran bi rêya van xetên asmanî ji bo reva ji cezayan bi kar tîne."
Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê di daxuyaniyên xwe de bal kişand ser wê yekê ku armanca wan a dawî ew e ku sektora balafirvaniyê ya Îranê ji aliyê firîn û karkirinê ve ji kar bixin.
Li gorî Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê, ji 23yê Îlonê ve biryara wan bûye sedema rawestandin, betalkirin an jî bipaşxistina ji sedî 80-90ê hemû geştên navneteweyî yên Îranê.
Rapor û amarên malperên Flightradar24ê û sîstema birîna bilêtên balafirvaniyê nîşan didin ku xeta asmanî ya Îranê bi temamî ranewestiyaye.
Geştên ji Ewropa, parzemîna Amerîkaya Bakur û Başûr û parzemîna Afrîkayê bi temamî ji bo Îranê û ji Îranê jî ji bo wan navçeyan hatin rawestandin.
Piraniya xetên navneteweyî yên mezin ên wekî Lufthansa û Xeta Asmanî ya Nemsayê hemû xizmetguzariyên xwe yên ji bo Tehranê betal kir.
Rûsya, Çîn, Ermenistan û Efxanistan geştên xwe yên bi Îranê re berdewam dikin.



